Berxwedana bi Jîna re destpê kir didome

  • 09:03 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Piştî Jîna Mahsa Amînî hat qetilkirin şûnde têkoşîna jinan li hemû cîhanê belav bû û jinên Îranî û Kurdistanê peyama ‘Em bi hev re bimeşin wê ev hikûmet biqede. Em ê dest ji tekoşînê, dest ji kolanan û bilindkirina dengê xwe bernedin.”
 
Li Îranê jina bi navê Jîna Mahsa Amînî ji aliyê polîsên ahlaqê ve hat qetilkirin û ev jî yek ji mînakên dawî ya êrîşa li hember jinan a şerê taybet e. Jin li dijî van polîtîkayan li her derê têkoşînek dîrokî didin. Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê li gelek deverê çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin û demek kurt de li her derê belav bûn. Jinan ji bo Jîna û azadiya xwe laçikên xwe şewitandin, 11 roje li kolanan berxwedana xwe dimeşînin.
 
‘Divê azadî bê Îranê’
 
Jina trans Leo ya ji ber zextên Îranê neçar ma bê Tirkiyeyê wiha got: “Em neçar man bi dîktatoriyekê re bijîn. Ev ji bo me girîng e. Divê ev dîktatorî hema biqede azadî bê Îranê. Hevalê min niha zindanê de ye û biryara darvekirinê dan. Çima? Ji  ber LGBTI ye.  Biryara darvekirinê da wî û hevala wê ya jin. Em li Îranê nikaribûn bi hevalên mêr re bigerin. Em bi dê û bavê xwe re nikaribûn servekirî bigerin. Em  komara îslamî naxwazin.”
 
‘Em ligel hev bin wê hikûmet biqede’
 
Leo bi lêv kir ku ji bo rejîm û zext bidawî be muxataban nabînin û wiha dirêjî dayê: “Sala borî hun dizanin çend jin hatin qetilkirin? Tu agahiya we tune. Yek ji aliyê bav, yek ji aliyê dê, yek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin. Ji bo çi hu dizanin, tenê ji bo rûpûşê. Çend zarok hatin tecawizkirin, piştre hatin kuştin û parçe parçe bûn. Li Îranê rewşa jinan gelek xerabe. Tenê bîhna xwe digirin. Jiyanek wan tune. Ez banga yekitiyê dikim banga têkoşîna hevpar dikim. Em bibin yek  cîhan piştgiriyê bide wê ev hikûmet biqede.”
 
Têkoşîna jina rêxistinkirî li hemû cîhanê belav bû
 
Aktîvîsta Yenî Demokrat Kadin Dîren Ataç jî got li Kurdistanê polîtîka şerê taybet heye û got dewlet bi daxistinên rewşa baş kujeran diparêze û wiha pê de çû: “Li jinên kurd du car zext pêk tên. Dijminahiya rejîma Îranê ya li hember jinan li holê ye. Me wek Jin Bi Hevre Xurtin deng da piştevaniya jinan a ji bo Mahsa. Em li Tirkiyeyê dijîn. Li hember jinan faşîzm û hêrsek mezin heye. Desthilatdarî ji têkoşîna jinan ditirse. Têkoşîna rêxistinkirî ya jinan li hemû cîhanê belav bûye. Jin wê tu car dest ji têkoşînê bernedin. Wê her tim dengê xwe bilind bikin, li kolanan bin.”