Şoreşa jina Kurd li Îranê mezin dibe: Em şopdar in

  • 11:06 25 Îlon 2022
  • Rojane
 
ÊLİH - Jinan bertek nîşanê qetilkirina Jîna Mahsa Amînî dan û gotin: “Pergaleke ku neyê hilweşandin tune ye.  Dem dema avabûna şoreşa jinê ye. Ev şoreş dê serkeftî be. Em ê şopdar û çalakvanên wê bin.”
 
Bertekên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Amînî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin didomin û berxwedana rêxistinkirî ya jinê ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê li her derê belav dibe. Ligel zext, binçavkirin û girtinên polîs û leşkeran jî gel kolanan terk nake. Di heman demê de li gelek deverên cihanê çalakiyên piştgiriyê jî didomin. Di çalakiyên protestoyî yên li herêmê û tevahiya welatan de jinan diyar kirin ku ew xwedî şoreşa jinê ya Îranê derdikevin û li cem wan in.
 
Jinên ku me mîkrefona xwe dirêjî wan kir, qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar kirin û gotin ew e bibin şopdarê vê şoreşê.
 
Hevseroka Şaredariya Qoserê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Nîlufer Elîk Yilmaz, anî ziman ku li Îranê qirkirinek jinê pêk hatiye û wiha got: “Jin tune tên hesibandin û di bin navê namûsê de tên qebûlkirin. Dema mirov li rejîma Îranê dinêre, tê dîtin ku rejîmeke hov e. Di ev şert û mercên hov de ji ber porê jinekê xuya kir, hat qetilkirin. Dema mirov li tişta ku hatiye jiyîn dinêre, mirov dibêje cihê ku peyv lê qediya ye. Lê jinên kurd û Îranê ev tişt qebûl nekirin û daketin qadan. Bi pêşengiya jinê ev raperîn ji tevahiya cihanê re bû ronahiyek. Îro jinên Îranê azadiya xwe bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” dixwazin û ev yek jî asta têkoşîna jinên Kurd nîşan dide. Têkoşîna jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê a li hemberî pergala Îranê ji bo me jî bû motîvastonek. Têkoşîna wan têkoşînek mafdar e û bi hev re em ê bi xwedî derketina li vê têkoşînê bi ser kevin.”
 
‘Dem dema avabûna şoreşa jinê ye’
 
Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Kiyar jî destnîşan kir ku di şexsê Jîna Amînî de li Îranê şoreşa jinê tê kirin û wiha domand: “Em jinên Kurd piştgiriyê didin vê şoreşê. Em rejîma Mela nas dikin. Rejîma 40 salî ye ku jin û civakê bi îdamê qetil dike. Dema ku rejîma Mela pêşwaziya Humeynî dikir, jinan pêşengî kir. Laçik di destpêkê de ji bo protestoyê dihatin bikaranîn, Lê îro li dijî jinan  vegûgeriye çekan. Laçikên ku ji bo protestoyê dihatin bikaranîn niha roleke wan ya din heye. Gelek girîng e ku jin laçikên xwe bişewitînin û bibêjin em naçin bihişta mêran û qebûl nekin.  Ev şoreşeke ku li tevahiya erdnîgariya cihanê û di bingehê de li Rojhilata Navîn dikare pêşengiyê bike ye.  Civaka Îranê civakeke bi kok e. Dewleta wê dewleteke kevn û pergalek hov e. Pergaleke ku neyê hilweşandin tune ye.  Dem dema avabûna şoreşa jinê ye. Ev şoreş dê bi ser keve. Em ê şopdar û çalakvanên wê bin.”
 
‘Em ê teqez bi ser kevin’
 
Zeynep, bi lêv kir ku jinên Îranê dirûşma “jin, jiyan, azadî” berz dikin û ev bûye dirûşmek gerdûnî û wiha axivî: “Ev dirûşma tevgera jinên Kurd e. Ev dirûşma ku li her deverê cihanê tê berzkirin ji bo me serbilindiyeke mezin e. Em bawer dikin ku şoreşa jinê wê pêk bê û em ê teqez bi ser kevin. Em teslîmê neyaran nabin.”
 
‘Heman zihniyete’
 
Dayîka Denîz Poyraz a li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê hat qetilkirin, Fehîme Poyraz jî der barê Jîna Mahsa Amînî de axivî. Fehîme, ji malbata Mahsayê re sersaxî xwest û da zanîn ku Jîna Mahsa jineke Kurd a wêrek bû û wiha pêlda axaftina xwe: “Jîna ji ber ku Kurd bû hat qetilkirin. Di pêşengiya jinê de civak ji bo wê li Îranê rabûn ser piyan. Jina ji ber ku çend tayên porê wê ji derve bûn hat qetilkirin û em vê qebûl nakin.  Zihniyeta ku Jîna yê qetil kir û ya ku Denîz a min qetil kir heman e. Herdu jî ji ber nasnameya xwe hatin qetilkirin. Kesên ku dibêjin em Kurd in hedef hatin girtin û hîn jî hedef tên girtin. Kesên ku qetil dikin bêceza tên hîştin. Tu kes nikare jina azad bide sekinandin. Ger ku îro jinên Îranê rabûne ser piyan, divê em jî xwedî li derbikevin. Çawa ku Jîna li berxwe da, divê em jî wekî wê li ber xwe bidin.”
 
‘Tu kes nikare vîna azad a jinê mifte bike’
 
Herî dawî Hevseroka HDP’ê ya Antalyayê Hulya Hasbay axivî û wê jî diyar kir ku tişta li Îranê hat kirin ne bi tenê li dijî jinekê, di heman demê de li dijî tevahiya jinan hatiye kirin. Hulya, wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Mirov tenê nikare bibêje ku ji ber çend tayên porê Jînayê ji derve bûn hatiye qetilkirin.  Ev dijminatiya li dijî jinê ye. Di welatê me de dijminatiya hevpar a AKP û MHP’ê ya li hemberî jinan jî wisa ye.  Li çar aliyê cihanê ji ber rewşa Îranê çalakî hatin lidarxistin û jinan bertekên xwe nîşan dan. Jin  bi dilê xwe dikare xwe veke an jî bigire, Ev ne girêdayî kesî ye. Tu kes nikare vîna azad a jinê mifte bike û binxîne. Li dijî vê zihniyetê em mil bidin milên hevdû û bi ser kevin.”