Ji komên siyasî yên li Fransayê ji bo Efrînê bangewazî

  • 14:01 10 Sibat 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê ji komên siyasî 39 senatoran bangewaziya piştigiriya kurdan a li Efrînê kirin. 
 
Bangewaziya li parlamentoya Firansayê ya ji bo sekinandina êrîşên li ser Efrînê û ji bo TSK paşve here ji aliyê 39 senatoran hat îmzekirin. Tê payin ku hinek senatorên din jî piştgiriyê bidin.
 
Li gor banga ku li hukumetê hat kirin hat qeydkirin ku Kurd di warê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de ji bo Firansayê yek ji tifaqa herî baş e .
 
Senatoran anîn ziman ku Efrîn ji aliyê Tirkiyeyê ve bi çekên giran hedef tê girtin.
 
Senatoran bi bîr xistin ku ji aliyê herêmên kurdan tu tehdîd ji bo Tirkan  çênebûyê û anîn ziman ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê jiyana dora 800 hezar kesan di xeterê de ye. Her wiha senatoran anîn ziman ku êrîşên Tirkiyeyê ji bo aştiya herêmî û ji bo îstikrarê gefek mezin e. 
 
Her wiha senatoran wiha gotin:"Divê kesên ku ji bo azadiya me canê xwe didin em biparêzin. Em bang dikin ku Firansa dengê xwe bilind bike û ji bo TSK ji Efrînê vekişe mudaxale bike."