29 jinên beşdarî çalakiya 'Çarşema Spî' bûn hatin girtin

  • 11:09 2 Sibat 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - 29 jinên ku li Tahranê ya paytexta Îranê li dijî mecbûriyeta laçikê çalakî li dar xistin hatin girtin. 
 
Li Îranê jinan di Kanûna 2017'an de çalakiya "Çarşema Spî" li dar xistibûn. 29 jinên ku beşdarî vê çalakiyê bûn hatin girtin. Li gor daxuyaniya ji aliyê polîsê Tahranê hat dayin 29 jin sewqî merciyên edlî hatine kirin.  
Li Îrana ku mecbûriyeta laçikê heye, jinên ku li gor vê rêgezê tev negerin cezayê pere yan jî girtîgehê digirin. 
 
Çalakiya "Çarşema Spî" cara yekem ji aliyê jina bi navê Vida Movahed li ser qutuya belavkirina ceylanê hatibû kirin û vê çalakiyê di rojevê de cihê xwe girtibû. Piştî vê çalakiya Vidayê jinan li bajarên cuda çalakiyên bi tenê li dar xistibûn. Vidayê piştî çalakiyê hatibû girtin û hat ragihandin ku  çend roj berê hatiye berdan. 
 
Her wiha di hefteya borî de Narges Hossini jî li cihê Vidayê çalakî li dar xistibû û hatibû binçavkirin.