Ursula Le Guîn jiyana xwe ji dest da

  • 11:23 24 Çile 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara ku bi gotina xwe ya "Hun nikarin şoreşê çêbikin lê hûn dikarin bibin şoreş"  tê zanîn Ursula K.Le Guîn jiyana  xwe ji dest da.
 
Nivîskara DYA'yî Ursula K.Le Guîn, jiyana xwe ji dest da.  Ursula ya ku bi berhemên xwe yên Fantastîk û xeyalên zanistî di wêjya cîhanê de cihekî girîng digire bi berhemên xwe yên  wekî "Destê çep ê tarîtiyê", "Kesên bê milk", "Gerstêrka Sirgûnê", "Erd derya ye" û çîrokên nivîsandine tê zanîn.
 
Li gorî nûçeya ku di New York Tîmesê de hat weşandin mirina Le Guîn ji aliyê lawê wê Theo - Downes ve hatiye piştrastkirin. Theo yê ku sedema mirina dayika xwe negot diyar kir ku rewşa tendirustî ya dayika wî ev demeke ne baş bûye.
 
Ursula ya ku ji 20'î zêdetir romam û ji 100'î zêdetir çîrok li dû xwe hiştin hat diyarkirin ku wê bi merasîmekê bê definkirin.