Jina ku parastina cewherî pêk anî û ceza girt niha ji bo jinan têdikoşe

  • 09:03 19 Çile 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kîm Dadou ya ji aliyê mêrê bi navê  Darnell Sanders bi şîdeta îstîsmara zayendî rû rû bi rû dima û ew kuşt, 17 salan di girtîgehê de ma. Niha ji bo Qanûna Edeleta Li Jiyanê Mayîn a Şîdeta nav Malbatê ku ji bo jinên Amerîkayê dibe hêvî, têdikoşe.
 
Jina bi navê Kîm Dadou ya ji Amerîkayê ye, di 1991’ê de ji aliyê mêrê bi navê Darnell Sanders ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk, şîdet û tehdîda mirinê hat. Kîm li dijî êrîşa zayendî ya bi salan berdewam kir,  li dijî mêrê bi navê Danell parastina cewherî pêk anî û kuşt. Kîm hat girtin û bi 25 sal ceza hat darizandin.
 
‘Ez bi dildarî dixebitim’
 
Kîm 17 salan girtî ma û niha li derve ji bo jinên li dijî şîdetê parastina cewherî pêk tînin, têdikoşe. Kîm diyar kir ku ji bo pêşî li şîdeta mêr bê girtin û jin bê parastin hewcedarî bi  Qanûna Edeleta Li Jiyanê Mayîn a Şîdeta nav Malbatê heye û got niha ji bo vê qanûnê bi dildarî dixebite.
 
Ger ev qanûn bi salan berê hebûya…
 
Qanûna Edeleta Li Jiyanê Mayîn a Şîdeta nav Malbatê wê pêşî li cezayên ku li jinên parastina cewherî pêk tîne, bigire.
 
Ger ev qanûn 20 sal berê hebûya wê Kîm, 17 salan di girtîgehê de nema. Ji ber vê Kîm ji bo ev qanûn bibe fermî çi ji destên wê tê dike û ji bo jinan dibe hêvî.
 
Werger: JIN NEWS
 
Çavkanî: Narratively