Rapora Freedom House Tirkiye kir nava welatên ne azad

  • 13:48 16 Çile 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Fikrî ya Freedom House (Mala Azadiyê) ya navenda wê li Washingtonê ye, Rapora Azadiya Cîhanê ya 2018’an aşkera kir û diyar kir ku Tirkiye yekemîn care ku di nav welatên ne azada de cih digre.
 
Di nûçeya Dengê Amerîkayê de hat diyarkirin ku di rapora Freedom Houseyê de nota Tirkiyeyê di salekê de 6 û di 10 salan de 34 puan ketiye. Di 10 salan de welatê ku herî zêde puanê wê ketiye Tirkiye ye. Bi vê encamê Tirkiye ji nav koma hinek azad ket nav koma welatên ne azad.
 
Tirkiye di rêza 49'emîn de ye
 
Freedom House, di raporê de diyar kir ku li DYA’yê jî azadiya raman û mafên siyasî 3 puan paşve katiye. Azadiya cîhanê 12 salin paş ve diçe. Li gor daneyên raporê di sala 2017’an de 71 welat derbarê mafên siyasî û azadiya raman de paşve çûne. Tenê di 35 walatan de azadiya raman û mafên siyasî pêş ketiye. Rapora Fredom Houseyê 195 welat nirxand. Di van welatan de 88 welat (ji sedî 45) azad in, 58 welat (ji sedî 30) hinek azad û 49 welat jî (ji sedî 25) ne azad in.
 
Di raporê de hat zanîn ku di nav koma 49 walatên ne azad de 12 welat hene ku derbarê mafên siyasî û azadiya raman de xirabê xiraban in û navê van welatan jî wiha hat gotin: Sûriye, Sudana Başur, Erître, Koreya Bakur, Tirkmenistan, Ekvador Gînesî, Erebîstana Siûdî, Somalî, Ozbekistan, Sudan, Komara Afrîka ya Navîn û Lîbya. Rapor di beşa Tirkiyê de sernava “Demokrasî di krîzê de ye” nivisandiye. 
 
'Heza xwe di destê serokomar de kom kiriye'
 
Di nirxandina Raporê de Tirkiye çewan ji komê hatiye xistin wiha tê rêzkirin; “Hêza xwa di destê serokomar de kom kiriye. Referanduma ji kurve bi qisûr, bi destê hikumetê bi awayê komî di cihê şaredariyan de bicihkirina memurên dewletê, lêpirsîn û darizandina keyfî ya li dijî aktivîstên mafên mirovan û kesên wek neyarên dewletê hatine diyar kirin, operasyonên paqijiyê yên dewlet li dij memûrên xwe dide meşandin.”
 
Freedom House, destnişan kir ku diçe Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan di nav şert û mercên heremî yên ne ewle û xirabtir de dixwaze kontrola xwe ya li ser civakê bê ku navber bixe bi sîstem li pêş dixe û wiha cih da raporê: "Serokomar piştî 15’ê Tîrmehê li ser derdorên ku ji bo xwe muxalîf dibîne hewildanên zext û zorê gurtir û firehtir dike. Ev rewş li ser welatiyên li Tirkiyê rewşên kambax derxistine holê."