Çalakiyên li Îranê ket roja 6'an

  • 11:58 2 Çile 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Protestoyên ku li dijî rejîma Îranê dest pê kiribû ket roja xwe ya 6'an û li hemû welat belav bû. Hat diyarkirin ku heta a niha di encama protestoyan de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Protestoyên ku bi hinceta aborî û nelirêtiyê li bajarê Meşhedê dest pê kiribû, li bajarên cuda bi beşdarbûna sedan kesan ku jin jî di navbera wan de ye, dewam dike. Derbarê kesên ku di protestoyên 28'ê Mijdara 2017'an roja Pêncşemê dest pê kiribû de jiyana xwe ji dest dabûn ji jêderkên cuda agahiyên cuda tên stendin. 
 
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî de hatiye parvekirin de tê dîtin ku polîsên Îranê mudaxaleya hişk li jinan dikin. Dîsa jî jin çalakiyên xwe berdewam dikin. 
  
Li gor agahiyên ajansên cuda hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn berê 12 bû lê dawiyê bû 13 kes. Her wiha di çalakiyan de bi sedan kes jî hatine binçavkirin.
 
Do li gor ragihandina televizyona îranê 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû, piştre agahiya ku li bajarê Dorudê 2 kesên din jî jiyana xwe ji dest da hatibû bidestxistin. 
 
Do li parlamentoya Tehranê Komisyona Ewlehiyê derbarê aloziya li welat de civînek qeyranê li dar xist. Serokwezîrê Îranê Hasan Rûhanî jî beşdarî civînê bû û diyar kir ku pênasekirina protestoyan ya wekî "qomployeke biyan" xelet e. 
 
Axaftina Hasan Rûhanî do li gor saeta herêmî heştên êvarî di televizyona Îranê de hat weşandin. Rûhanî anî ziman ku protestoyên li welêt ne wekî tehdît, ji bo dîtina pirsgirêkên mirovan wekî fersendekê gerek bê dîtin. Hasan diyar kir ku derketandina gel ne tenê ji bo pirsgirêka aboriyê ye, gel hîn zêde azadiyê dixwazin. 
 
Ji roja ku protestoyan dest pê kiriye heta a niha lîderê dînî Ayetullah Hamaney tu daxwiyanî nedaye. Li îranî tê payin ku Ayetullah Hamaney biaxive. 
 
Ji aliyekî din ve jî Serokê ABD'ê Donald Trump, anî ziman ku ji bo guhertina Îranê dem hatiye. Donald li ser Twitterê daxwiyanî da û anî ziman ku Îran di her warî de ne serkeftî ye û wiha got:"Gelê Îranê bi salane di bin zextan de ye. Birçiyê xwarin û azadiyê ne. Ji xeynî mafên mirovan dewlemendiya Îranê jî tê talankirin. Dema guhertinê hat."