Li Kongoyê bi dehezaran jin rastî şîdeta zayendî tên

  • 09:04 2 Çile 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kongoyê ji sala 1998’an heta niha xizanî, koçberî û şerê navxweyî tê jiyîn û tê gotin ku di her 5 deqeyan de 4 jin rastî şîdeta zayendî tên. Her wiha ligel jinan zarok jî rastî vê şîdetê tên.
 
Yek ji welatên ku krîza mirovahiyê lê tê jiyîn Komara Demokratîk a Kongoyê ye. Ji ber şerê navxweyî koçberî û şîdeta zayendî gelek zêde tê jiyîn.  Komîteya Rizgarkirina Navneteweyî di 2017’an de lêkolînek kir û li gorî lêkolînê li welat di pevçûnan de 5.4 mÎlyon kesî jiyana xwe ji dest daye. Ji 2’emîn Şerê Cîhanê heta niha şerê navxweyî berdewam dike û ji 1998’an heta niha 45 hezar kesî jiyana xwe ji det daye. Ji ber şer çavkaniyên debarê jî tine bûne û bi mîlyonan kesî koç kiriye.
 
Ji sala 2006’an şûnde ji sedî 70 gelê Kongoyê rojane bi 1,25 dolarî dijîn. Li gorî daneyên 2014’an nêzî 3 mîlyon kesî koç kiriye û koçî welatên din kirine.
 
Ji ber şerê tê jiyîn jin û zarok  rastî êrîşên îstîsmara zayendî tên. Li welat binpêkirinên mafan gelek zêde ne. Dadgeha Cezaya Navneteweyî di 2004’an de der barê sûcên şer de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de dîktatorê şerê Îturî Thomas Lubanga, ji ber zarok di şer de bikar aniye û îstîsmar lê kiriye sûcdar hat dîtin û 14 sal ceza girt. Di 2014’an de jî biryarek duyemîn hat girtin û sê dîktatorên din yên şer wek sûcdarên şer ceza girtin.
 
Li gorî anketeke di 2011’and e hatiye maşendin li welat di her 5 deqeyan de 4 jin rastî şîdeta zayendî tên. 
Raportorê Taybet yê Li dijî şîdeta li ser jinan ya Konseya Mafê Mirovan ya NY’ê Yakin Erturk diyar kir ku di 2008’an de şîdet azayendî ya li ser kesan ji aliyê civakên herêmî ve normal hatiye dîtin.
 
Rojnameger Stephanîe Nolen jî di nivîseke xwe ya 2005’an de diyar kir ku mîlîsên welat rêbazên li gorî xwe ava kirine û yek ji van jî şîdeta zayendî ya li hember jina ye.