Wê jinên Baskî Sakîne, Fîdan û Leylayê bi bîr bînin

  • 13:46 1 Çile 2018
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, wê li herêma Baskê ji aliyê jinan ve bên bîranîn.
 
Ji bo jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan Leyla Şaylemez  ku di 9'ê çileya 2013'an de li payitextê Fransa Parîsê hat qetilkirin bi minasebeta salvegera qetilkirina wan li bakurê Îspanyayê li herêma Baskê li Bîlbaoyê wê çalakiya bîranînê bê lidarxistin. Çalakiya ku wê ji bo 3 jinên siyasetmedar bê lidarxistin wê bi pêşengiya jinên Baskî bê kirin.