Dîplomata Brîtanyayî hat qetilkirin

  • 11:29 18 Kanûn 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîplomata bi navê Rebecca Dykes ya ku li Sefaretxaneya li Beyrudê ya Brîtanyayê dixebitî cenazeyê wê li kêleka rê hat dîtin. Hat diyarkirin ku Rebecca piştî bi êrîşa zayendî re rûbirû hatiye hişitin hatiye qetilkirin.
 
Hat aşkera kirin ku dîplomata Îngîlîz ya ku li sefaretxaneya Brîtanyayê ya li payitextê Lubnan Beyrûdê dixebitî Rebecca Dykes piştî ku bi riya fetisandinê hatiye qetilkirin cenazeyê wê li kêleka rê hatiye danîn. Li gorî nûçeya ku di beşa tirkî ya BBC'ê de hat weşandin hat diyarkirin ku tê texmînkirin Rebecca ya 30 salî piştî bi êrîşa zayendî re rûbirû hatiye hiştin hatiye qetilkirin. Lê ev îdia pitî otopsiyê dikare bê zelalkirin.  
 
Hat aşkerakirin ku Rebecca di 15'ê kanûnê de êvarê hatiye revandin û derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.