Li Myanmarê herî kêm 700 zarokan ji ber şîdetê jiyana xwe ji dest dan

  • 15:18 14 Kanûn 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Bijîşkên ku Sînoran Nas Nakin (MSF) diyar kir ku di şerê Myanmarê yê navxweyî yê ku heta îro 900 û 700 kesan ji ber şîdetê jiyana xwe ji dest dane, herî kêm 730 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
 
Rêxistina Bijîşkên Sînoran Nas Nakin daxwiyanî weşandin û diyar kirin ku di bûyêrên tundiyê yên ku di meha tebaxê de li eyaleta Rakhine (Arakan) ya girêdayî Myanmarayê ye din ava mehekê de 6 hezar û 700 mirovan jiyana xwe ji dest dane.
 
Hat diyarkirin ku di navbera 25'ê Tebaxê û 24'ê Îlonê de li Myanmarê herî kêm 9 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dane û ji nava van mirovan herî kêm 6 hezar û 700 kes jî ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku  di nava kesên ku bi tundiyê rû bir û mane de herî kêm 730 zarok hene.