Gotina Salê: Femînîzm

  • 12:34 14 Kanûn 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - 'Femînîzm' di sala 2017'an d bû gotina ku herî zêde lê hat gerîn. Ferhenga DYA'yê ya herî navdar Merrîam - Webster, Femînîzm wekî gotina salê hilbijart.
 
Li gorî nûçeya ku di beşa tirkî ya BBC'yê de hat weşandin ferhenga navdar a Merrîam-Webster ya DYA'yê bêjeya 'femînîzm' wekî gotina salê hilbijartiye. Merrîam - Webster eleqeya li hemberî vê bêjeyê bi meşên protestoyê yên ku ji aliyê jinan di vê salê de hatin kirin, bernameyên televîzyonan ên li ser mafên jiyan û bi teşîrkirina tacîzên zayendî yên li dijî jinan ve girê da. Ferheng gotina 'femînîzm'ê wekî teoriya "Wekheviya zayendan a polîtîk, aborî û wekheviya civakî" bi nav dike.
 
Herwiha li  gorî ferhengê eleqeya li heberî femînîzmê piştî hatina Donald Trump a Qeser Spî û piştî zêdebûna meşa jinan zêde bûye.
 
Hat diyarkirin ku rêzefîlma li ber Rojamana nivîskar Margaret Atwood hatiye çêkirin a bi navê 'The Handmaîd's Tale' (Çîroka Xizmetkarê) ku di televîzyonan de hat weşandin jî bandor li ser gotina 'femînîzmê' kiriye.
 
Piştî ku navdarên Hollywodê bi destdirêjiya zayendî ku kirine hatin sûcdarkirin, bi mîlyonan jinan li ser sîteyên xwe yên civakî  bi etîketa 'Me Too' (Ez jî)  kiryarên destdirêjiya zayendî teşîr kirin gotina femînîzm bû gotina ku herî zêde li ser înternetê lê hat gerîn.
 
Herwiha Kovara Tîme, jî jin û merên ku li dijî destdirêjiya zayendî dengê xwe bilind kiribûn wekî "Kesên salê" hilbijartibûn.