Ji jinan derbarê Danald Trump de lêpirsîna destdirêjiyê

  • 14:30 12 Kanûn 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku gotin Serokê DYA'yê Donald Trump ew bi destdirêjiya zayendî re rûbirû hiştin, di Kongreyê de daxwaza destpêkirina lêpirsînê kirin.
 
Lî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jinên bi navê Rachel Crooks, Jessîca Leeds û Samantha Holvey yên ku diyar kirin ji aliyê serok Donald Trump ve destdirêjî li wan hatiye kirin daxwaza ku Kongre mijarê lêkolîn bike kirin.
 
Jessîca Leeds Rachel Crooks û Samantha Holvey di civîna çapemeniyê ya ku li dar xistin de diyar kirin ku bi guhertina şert û mercên derbarê destdirêjiyê yên li DYA'yê divê ku sucên zayendî yên berê hatine kirin jî bikevin rojevê.  Herwiha di civînê de derbarê sûcdariyên destdirêjiyê yên Donald Trump de ku çîroka 16 jinan tê de heye vîdeoyek jî hat pêşandan. Jinên ku di vîdeoyê de cih girtin diyar kirin ku serokê DYA'yê dema ku karsaz bûye ew tacîz kirine.
 
Xebatkarek şîrketeke avahiyan ya berê Rachel Crooks jî wiha got: " Divê Kongreya DYA'yê polîtîkayên xwe yên partiyê bide kêlekê û dîroka detdirêjiya zayendî ya Turmp lêkolîn bike." Herwiha jinên ku bi dorê mafê axaftinê girtin diyar kirin ku ew ne li bendê ne Donald Trump li hemberî van sûcdariyan îstifa bike, lê divê ku hesabê van pêkanînan bide.
 
Berdevka Qesra Spî Saraha Huckabee  Sanders jî di daxuyaniya ku dade jinên ku Turmp sûcdar kirin derewandin û got ku ev mijar qediya ye.