Li Îranê dîsa erdhej pêk hat

  • 13:48 12 Kanûn 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hocêtik yê girêdayî parêzgeha Kirman a Îranê erdhejeke bi dijwariya pileya 6.2 pêk hat. 
 
Li bajarê Hocêtik ê girêdayî parêzgeha Kirman a dikeve Başûr Rojhilatê Îranê saet 11:43’an de  erdhejek pêk hat.  Li gorî agahiyan pileya erdhejê 6.2 ye. Heya niha têkildarî zerar û ziyanên mal  û can de  tu agahiyeke nehat bidestxistin.