Li Erebistana Siûdiyê qedexeya sînemayê radibe

  • 15:38 11 Kanûn 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erebistana Siûdiyê qedexeya sînemayê ya ku ev 35 sal e berdewam dike tê rakirin. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Çandê ve hat dayîn  hat diyarkirin ku wê di sala 2018'an de sînemayên li welêt ji nû ve bên vekirin.
 
Hat aşkerakirin ku qedexeya sînemayê ya li Erebîstana Siûdiyê ku bi salan e berdewam dike wê bê arakirin.  Wezîrê Çand û Enformasyon  Avad El Avad diyar kir ku wê ji bo Sînemayên bi aramanca bazirganiyê qedxeya heyî di demek kurt de bê rakirin û di 2018'an de bên vekirin. Herwiha Wezareta Çandê diyar kir ku wê het a2030'an hemû sînemayên li welêt ku hejmara wan 300 e  bên vekirin.
 
Herwiha di meha îlona çûyî de jî li Erebîstana Siûdiyê qedexeya ku jin nikarin ajovaniyê bikin hatibû rakirin û qedexeya ku divê jin konserê nedin jî di rojên buhirî de li heman welatî hatibû rakirin.