Lubaîna, bû jina reşik a ku cara yekê xelata Turner Prîze girt

  • 13:03 7 Kanûn 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Turner Prîze ya 2017'an ku di warê hunerê de xelata herî girînge ji jina reşik Lubaîna Hîmîd re hat dayîn .Lubaîna ya 63 salî bû jina yekem a  reşik ku hêjayî vê xelatê hatiye dîtin.
 
Lubaîna ya ku di merasîma xelatdayînê ya li payitextê çandê Hullê hat lidarixistin de axivî bal kişand ser polîtîkayên nijadî û mîrasa koletiyê. Herwiha Lubaîna ya reşik xelata ku buhayê wê 25 hezar sterlîn bû girt.
 
Juriya pêşbirkê ya ku di merasîmê de axivî jî pesnê berhemên Lubeîna yên ku mijarên di roja me de nijadperestî çawa tê rêvebirin digirin dest da.
 
Di nava namzedên xelata Turner Prîze de Rosalînd Nashashîbî, Andrea Buttner û Hurvîn Anderson jî cih girtin.