Li hemû deverên cîhanê jin bi êrîşên zayendî re rûbrû dimînin

  • 11:34 22 Mijdar 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvana DYA'yî Natalîe Portman, diyar kir ku ew bi caran hatiye tacîzkirin û got ku li Hollywoodê serdestiya mêr heye.
 
Li cîhanê bi giştî bi sedan jinên hunermend, siyasetmedar û sporvan diyar dikin ku ew bi tacîz û êrîşa zayendî re rûbirû dimînin. Derbarê mijarê de piştî kampanyaya "#MeToo" her roj daxuyanî tên dayîn. Ji van jinên navdar ku bi tacîzê re rûbirû dimînin yek jê jî lîstikvana DYA'yê Natalîe Portman e ku dibêje ew bi caran bi tacîzê re rûbirû maye.
 
Natalîe diyar kir ku li Hollywoodê ji bilî beşên lixwekirin,çêkirina por û makyaj ê  serdestiya mêr heye.