Mêrê ku îşkenceya zayendî kir bi kefaletê hat berdan!

  • 12:54 7 Mijdar 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kurgan ê Rusyayê mêrê bi navê Anatoliy Ezhkov 4 saetan li jinekê îşkenceya zayendî kiriye. Anatoliy Ezhov ê ku ji ber îşkenceya kir tu ceza lê nehat birîn piştî ku derxistin dadgehê li aliyê dadgehê  bi şertê dayîna kefaletê serbest hat berdan.
 
Li bajarê Kurgan ê Rusyayê mêrê bi navê Anatoliy Ezhov, li jina ku hat diyarkirin hemşîre ye îşkenceya zayendî kir. Jina ku ji ber îşkenceya lê hat kirin rûyê wê û hestiyê pişta wê parçe bû parastina xwe kir û ji destê Anatoliyê reviya rakirin nexweşxaneyê.
 
Herwiha li gorî nûçeya ku di Daîly Maîlê de cih girt, Anatoliy  Ezhkov piştî bûyerê ji alyê polîsan ve hatiye girtin lê piştî ku derxistine dadgehê bi cezayê kefaletê serbest hatiye berdan.