Wezîra Swêdî Margot Wallstrom piştgrî da qampanyaya #MeToo’yê

  • 15:24 19 Cotmeh 2017
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan ji bo ku balê bikişînin ser êrîşên zayêndî yên ku bi rojane tên jiyîn dest bi qampanyaya #MeToo  (Ez jî) kirin. Wezîra Karê Derve ya Swêdê Margot Wallstrom jî piştgrî da vê qampanyayê û bal kişand ser tacîza zayendî ya li dijî jinan.
 
Jinên ku ji aliyê derhênerê filîm ê ABD’yî bi êrîşa zayendî rû bi rû man  ji bo balê bikişînin ser êrîşa zayendî  bi rêya Twîtter’ê dest bi qampanaya #Metoo kirin. Qampanya di  roja xwe ya 4’an de ye. Li gor nûçeya DW’yê heta a niha 30 hezar jinan ku di navbera wan de hunermend û siyasetmedar jî hene bi etîketa #MeToo’yê parvekirin kirinin.
 
Wezîra Karê Derve ya Swêdê Margot Wallstrom jî piştgrî da qampanyaya #MeToo’yê. Margotê  ji bo balê bikişîne ser êrîşa zayendî li ser Twîtter’ê parvekirinek kir .
 
Margotê di Twîtterê de derbarê zagona Tirkiyeyê jî parvekirinek kiribû. Di parvekirina Twîtterê de wiha gotibû:”Biryara ku destûrê dide jiyandina têkiliya zayendî ya bi zarokên temenê  wan di bin 15 salî re, gerek paşve bê kişandin.”