Sûca êrîşên zayendî herî zêde di wesayetên giştî de pêk tê

  • 13:58 13 Cotmeh 2017
  • Cîhan

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi çêkirina  anketan derket holê ku li tevahiya cîhanê jin herî zêde di wesayetên giştî de bi êrîşa zayendî rû bi rû dimînin. Tê texmînkirin ku beşek girîng a êrîşan jî derbasî tomarên fermî nebûne.

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ku  li hemû cîhanê derdikeve pêşberî jinê, êrîşa zayendî ya di nava civakê de ye. Li gor nûçeya BBC Tirkî û li gor anketa ku li Îngilistanê çêbûye, ji 10 jinan 4’ê wê  diyar dikin ku li bajêr talûka êrîşê hês dikin. Li gor lêkolînek din jî li bajarê Dalhiyê yê Hîndîstanê  ji 10 jinan 9’ê wê bi tacîzê rû bi rû dimînin.    

Li gor anketa ku li Mexico City hat çêkirin di wesayetan de jin ji sedî nod xwe bê ewle hês dikin. Tê texmînkirin ku tacîzên di metroya New Yorkê de pêk tên ji sedî heştê û şeş derbasî tomarên fermî nebûne.