'Bi dirûtina cilên Kurdî çanda xwe zindî dikim'

  • 09:06 24 Cotmeh 2020
  • Çand û Huner
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Jina bi navê Fatma Ehmed a ku karê dirûnê dike, da zanîn ku bi dirûtina cilên Kurdî ew çanda xwe zindî dike û wiha got : "Ev 25 sal in ez karê dirûtinê dikim. Divê aboriyeke serbixwe ya jinê hebe da ku debara xwe bi rê ve bibe."
 
Jin bi keda xwe îrade û hebûna xwe nîşan dide. Jina kedkar bi mejiyê xwe yê afirîner di hemû karan de bi ser dikeve û dibe mamosteya zarokên xwe. Jina bi navê Fatma Ehmed a 49 salî dayika du zarokan e, ji bajarê Efrînê ye û piştî êrîşên li ser Efrînê berê xwe dide bajarê Helebê û bi keda destên xwe karê dirûtinê dike. Fatma dema li herêma Efrînê bû bi karê dirûtinê dihat nasîn û ev 25 sal in karê dirûtinê dike û debara xwe bi rê ve dibe. Tu tişt pêşiya Fatma nebû bend ku dev ji karê xwe berde. Ruxmê êşa koçberiyê car din jiyana xwe saz kir û dest bi karê xwe kir. Niha ji bo jinan cil û bergên kurdî û tiştên pêwist didirû. Fatma têkildarî karê xwe nêrîna xwe bi me re parve kir.
 
'Ez bi rihê berxwedanê li ser piyan im'
 
Fatma di destpêka gotina xwe de jiyana xwe ya Efrînê wiha anî ser ziman: "Ez li Efrînê me û li Efrînê ez li taxa Eşrefiyê dijiyam. Li Efrînê min 25 sal karê dirûtinê dikir û min ji biçûkaniya xwe de ev kar dikir û ji bo min bû pişeyek ku ez li ser piyên xwe bisekinim. Her wiha divê aboriyek xwe serbixwe ya jinê hebe da ku debara xwe bi rê ve bibe. Li Efrînê dikanek min li bazara gelêrî hebû. Hemû jinên Efrînê min nas dikirin û çi ji wan pêwist dikir li gel min didirûtin. Li warê me jiyana me pir xweş bû em gelek kêfxweş bûn, lê dewleta tirk nehişt ku em li ser axa xwe bi aramî û azad bijîn. Piştî Efrîn hat dagirkirin min berê xwe da bajarê Helebê û rewşa me ya aborî ne baş bû. Ji ber berxwedan û israra me pir xurt bû me xwe ji nû ve nûjen kir û bi rihê berxwedanê me jiyana xwe berdewam kir. Niha ez weke jin li ser lingê xwe disekinim û min dikanek dirûtinê li Taxa Şêx Meqsûdê vekiriye. Bi vê yekê dirûnê dikim."
 
'Bi dirûtina cilên Kurdî çanda xwe zindî dikim'
 
Fatma di berdewamiya gotina xwe de bal kişand ser cil û bergên ku didirû û wiha domand: "Ez bi kêfxweşiyek pir mezin cilan didirûm. Niha ez cil û bergên gelêrî yê jinan, cilên kurmancî, fistanên kurdî û rûçikên balgiyan didûrim. Amûrên ku li gel min hene mîna overlak, makîneya dirûtinê û ûtiyê ne. Dirûna cilên kurmancî ne hêsan e. Ji ber bi estetîkeke mezin tên dirûtin zehmetiyên wê hene. Ez heta rojek sax qumaş jêdikim û projeya dirûtina cilan ava dikim. Di dema me ya niha de jî qumaş pir buha bûye, ruxmê wê jî ez hewil didim cilên kevnar ên kurmancî bidirûm û her dem çanda xwe zindî bikim. Cil û bergên ku ez didirûm bi rêjeyek erzan difroşim, ji ber piştî Zagona Qeyser her tişt buha bûye. Da ku ez alikariya jinan bikim erzan dikim. Di heman demê de bi dirûtina cilên Kurdî çanda xwe zindî dikim."
 
'Bi îradeyek mezin karê xwe bi rê ve dibim'
 
Fatma herî dawî bendewarî û hêviya xwe wiha anî ser ziman: "Ez bi vî karî li ser piyan dimînim û bi îradeyek mezin karê xwe bi rê ve dibim. Jin bi xwe hemû jêhatî ne ji bo wê divê karê ku dizanin mezin bikin û ew xwe li ser piyên xwe bisekinin. Dema jin bi xwestek û bi hêz karê xwe hembêz bike hemû bendên li pêşiya xwe dişkîne û serkeftin wê ya wê be.  Herî dawî xwestek û daxwaza min ew e ku ez zûtirîn vegerim ser axa xwe, li wê derê aram û azad bijîm û karê dirûtinê berdewam bikim."