Şanoya Bajêr a Amedê projeyeke nû da destpêkirin

  • 09:04 27 Tebax 2020
  • Çand û Huner
AMED - Şanoya Bajêr a Amedê bi projeyek nû temaşevanên xwe pêşwazî dike. Projeya skêçan a ji bo bernameya televîzonê hat amadekirin dê di demek nêz de her heftê bi beşekê bê ser ekranên televîzyonê.
 
Şewba virûsa koronayê (Covîd-19) bi giştî bandora xwe li ser tevahiya civakê kir û herî zêde jî li ser qada şanoyê bandora xwe kir. Ji ber ku di bin navê tevdîrên li dijî koronayê hemû salonên şanoyê û cihên ku kes lê kom dibin hatin qedexekirin. Ji ber vê rewşêşanoger vekişiyan malên xwe.  Şanoya Bajêr a Amedê jî ji ber van sedeman demeke dirêj navber da kar û xebatên xwe yên li qadan. Lê li ser medyaya civakî bi qasî derfetên wê destûr dan xwe gîhand temaşevanên xwe. Şanoyê piştî ku rewş asayî bû xebatên xwe dîsa berdewam kirin û niha bi projeyekê amadekariya bernameyeke nû dike. Şano xwe amade dike ku bernameyeke skêçan li ser ekranên televîzyonan bide weşandin. Derheqê vê projeyê de şanogeran nirxandin kir.
 
‘Her heftê dê beşekê bê weşandin’
 
Endama Şanoya Bajêr a Amedê û lîstîkvan Zeycan Ateş diyar kir ku ew ji bo projeya nû bi kelecan in û wiha got: “Çawa ku pêvajoya pandemiyê hat destpêkirin biryara girtina şanoyan jî hat dayîn.  Ji ber vê yekê em derneketin ser dikê.  Car caran jî li ser medyaya civakî me berhemên xwe parve kirin. Her wiha li ser youtube qanala Şanoya bajer a amedê me listikên xwe parve kirin. Ji ber ku kar û xebatên me kêm bûn di milê aborî de jî pirsgirêk derketin holê.  Lê niha em xebatên xwe berdewam dikin. Niha projeya me ya bernameya televîzyonê heye . Em ji bo vê provayan dikin. Her hefte em ê beşkeê di televîzyonê de bidin weşandin.  Em bi kelecan in. Hem ji ber ku ev sê çar meh in em nayên cem hev. Hem jî ji ber projeya me ya nû heyecana me zêde ye.”
 
‘Her kes dikare skêçan binivîse’
 
Endama Şanoya Bajêr a Amedê û lîstîkvan  Şahperî  Alphan jî bilêv kir ku ji ber pandemiyê xebat û projeyên wan nîvco mabûn û wiha axivî: “Rewşa pandemiyê wekî ku li ser herkesî bandor kir, bandora xwe li ser me jî kir. Lê piştî ku pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin me jî dest bi projeyeke nû kir. Projeya me li gorî şert û mercên pandemiyê wê bê meşandin.  Niha bernameya me ya skêçan heye. Skêç piranî bi koman tê berdewamkirin.  Hevalên me ji Stenbol û ji vir bi hev re tevli dibin.  Skêçên me tenê ji aliyê niviskaran ve nayên nivisîn. Her kes dikare binivîse. Bernameyeke me ya bi navê 'Henekhenek' heye kesê bixwaze dikare sikêçên binivîse bişîne navnîşana wê bernameyê. Di dawiye de wan skêç tên xwendin û piştre tên hilbijartin. Hê dîroka pêşkêşkirina projeyê ne diyar e lê di demek nêz dê em ê diyar bikin. Wekî din jî niha xebata lîstikek me ya bi navê ‘Elîzabeth’ heye lê niha ne diyar e wê kengê bê pêşwazî kirin. Em ê sezona pêşiya me bi vî listikê temaşevan pêşazî bikin.”
 
‘Şano bê temaşevan nabe’
 
Endama Şanoya Bajêr a Amedê Sîdar Aslan jî anî ziman ku şano bê temaşevan nabe û got: “Ji ber pêvajoya pandemiyê em zûde derneketibûn sehneyê. Ligel pêvajoya pandemiyê em fikirîn ku çawa em xwe bigihînin temaşevanan. Ji ber wê me xwest ku em rêya televîzyon û Medyaya civakî xwe bigihêjin temaşevanên xwe. Ev jî hem ji bo me û hem jî ji bo temaşevanan  gaveke bi wate bû. Temaşevanên me jî dikarin skêçên xwe binivîsin û tevli xebatên me bibin.”