‘Em dema xwe bi fêrbûna amûrên muzîkê re derbas dikin’

  • 09:01 23 Tebax 2020
  • Çand û Huner
HESEKÊ - Gulnaz, Şehbaz û Mehmûd Mihemed ku her sê zarok ji malbatekê ne, di dema qedexeya derketina derve de demên xwe bi pêşxistina fêrbûna amûrên mûzîkê derbas dikin û dibêjin: “Malbata me hêzê dide me ku em di ware çandê xwe xwe pêşbixin.”  
 
Huner dengvedana hestê mirovan e. Êdî piştî ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, zarokên kurd berê xwe dan Navendên Çand û Hunerê ku hunera wan a ku hatibû paşguhkirin, ji nû ve zindî bikin û pêşbixin. Di dema qedexeya derketinê de ji bo vîrûsa koronayê sê zarok ji malbateke kurd ji navçeya Til Temirê fêrî amûrên muzîkê dibin. Têkidarî naskirina xebatê zarokan Gulnaz, Şehbaz û Mehmûd Mihemed ji me re axivîn. 
 
'Fêrî tembûrê dibim...'
 
Gulnaz Mihemed a 15 salî derbarê girîngiya fêrbûna amûrên muzîkê de ev tişt got: "Ez ji malbatekê me ku dixwazin her kes bibe hûnermend. Taybet bavê min hez dike ku keçên wî stranbêjbin û bibin hûnermend. Ji ber wê ez hêza xwe ji bav û dayika xwe digrim. Ev 3 sal in fêrî tembûrê dibim û stranan jî lêdidim."
 
'Em dema xwe bi fêrbûnê re derbas dikin' 
 
Gulnaz da zanîn ku hîn jî zexta civakê li ser fêrbûna zarokên keç heye û wiha dom kir: "Kok hûnermendin, lê mixabin ji ber hişmendiya civakê rê li ber pêşxistina hunerê di kesayeta jinan de, tê girtin. Wekî çawa bavê min destek û hêz da min ez fêrî amûrên muzîkê bibim tevî herdu birayên xwe, pêwist e tevahî malbat bi vê hişmendiyê tevbigerin. Alîkariyê bidin nexşandina siberojeke azad. Di qedexeya derketinê de jî em demê xwe bi fêrbûna amûrên muzîkê derbas dikin."
 
'Li şûna telefonê bila çanda xwe hîn bibin'
 
Şehbaz Mihemed ê 13 salî jî wiha got: "Dema ku malbat çawa be wê zarok jî wiha bin. Demê ku min dît bavê min li tembûrê dide, min hez kir ku ez jî fêr bibim. Ez û Gulnaz ne tenê wekî xwişk û bira ne, lê belê wekî hevrêyên hev em diçin navenda çandê.  Em bi hev re perwerdeya xwe di heman komê de dibînin û ji hev jî îlhamê digrin. Pêwîste ku zarokên niha li şûna ku telefonê bikar bînin, bila fêrî amûrên muzîkê bibin. Tenê mijar hinekî xwe pêşxistin jê re dive."
 
'Li kêleka Gulnaz û Şehbaz fêrî dirbekê dibim'
 
Mehmûdê 6 salî jî derbarê fêrbûna xwe ji daburqe wiha dibêje: "Ez herî zêde ji darbuqê hez dikim. Ji ber wê ev 4 meh in min dest bi perwerdê kiriye. Lê ji ber vîrûsa korona niha perwerdeya min li çandê sekiniye. Li mal li kêleka Gulnaz û Şehbaz perwerdeya darbuqê dibînim. Ez pir kêfxweşim ku bi malbata xwe re dixebitim."