Farqîn bi cihên xwe yên dîrokî dîmenekî rewnaq pêşkêş dike

  • 09:02 13 Tebax 2020
  • Çand û Huner
Cihên dîrokî yên Farqînê
 
AMED - Çar hewîrdorê herêmê bi axa dewlemend hatiye neqişandin û bi qasî wê ji xwedî dîrokek kevnareye. Yek ji van cihên ku dikeve di nava hilala zêrîn de Farqîna Amedê ye. Ew bi qele, Pira Mala Badî, Şikeftên Hesûnî, Birca Zembîlfiroş û Minareya Şikestî re dîmenek rewnaq pêşkêş dike.
 
Navçeya Farqînê yek ji axên bi berhem yên hilala zêrîne, ji ber vê sedemê ji bûye meskena mirovahiyê û mîrateyek dîrokî bi xwe re aniye roja îro. Farqîna ji beriya Mîladê 3 hezar salan heya îro ji şaristaniyên cuda re bûye war, beriya Mîladê 78’an de ji aliyê Împeretoriya Tigran ve bi navê Tikrana hatiye avakirin. Yek ji warên yekem yên Ermeniyan e. Di pêvajoya Bîzansan de  ji paytextek xwedî şêniya 300 hezar kesan bû.
 
Farqîn ji ber çêkera xwe ya erdnegarî jî bûye mesken. Di singê wê de çemê Mala Badê, Hesen Beg, Bazmar û Asurê diherikin nava çemê Dîjleyê. Her wiha şaxên rêze çiyayên Albayê weke pêlên avê şêwe dide axa Farqînê. Li aliyekê Pira Mala Badê a ku taybeymendiya deriyê herî berfireh yê bi kevir hatiye çêkirin, li aliyê din ji Şikeftên Hesûnê a ku ji gelên ji êrîşan rêviyane re bûye mesken hene. Ya herî girîng ji ev xak bûne warê destanên weke destana Zembîlfiroş û gelek çîrokên din…
 
Qeleha Farqînê
 
Qeleh, beriya Mîladê di salên 80’yan de ji aliyê qralyeta Tigranê ve hatibû çêkirin. Piştî wê ji di deme Bîzansiyan de di pêvajoya Îmeretoriya Justinianus de hinek cihên wê hatin nû kirin û şêweyê xwe yê niha girt. Qele xwedî taybetmendiya pergala yekem ya bi dagirtinê hatî çêkirinê dihilgire. Bi giştî dirêjahiya qaleyê 2200 mîtro ye, bi giştî 50 qale û bircên wê hene. Yek ji bircên herî bi nav û deng ji birca Zembîlfiroş e.
 
Zembilfiroş, evîndariya kurdî
 
Kurd li ser soz û peymanên xwe bedelên mezin didin. Çi evîna welat çi ji evînên jin û mêran bi hevre be, bi rihê têkoşeriyê ew bûne mijara dengbêjî, destan, serpêhatiyan û heya roja îro xwe gihandine. Yek ji van destanên evîndariyê ji destana Zembîlfiroşe. Çîroka navdar li navçeya Farqîna girêdayî Amedê diqewime û yekem car ji aliyê Feqiyê Teyran (1549-1631) ve bi awayê helbest hatiye honandin.  
 
Li Farqînê hîna kelha Zembîlfiroş li ser lingan e . Ev keleh di 1007’an de ji aliyê hikûmdarê Merwaniyan, Ebû Nesr Ehmed Nesîruddewle kurê Merwan ve hatiye nûjenkirin. Lewra ev destan di nava wêjeya kurd de cihekî girîng girt. Herwiha ji bo hînbûna rastiya kurd ji destanek balkêş e. Di hemû tezên li ser hatine çêkirin de ji qala çelenktî û lehengbûna keçûxortên kurdan tê kirin.
 
Pira Mala Badî
 
Pira Mala Badê, weke ku ji navê wê pire ji tê fêm kirin li ser navê Bad ê Dostik ê ku damezrênerê Dewleta Merwaniya ne hatiye avakirin. Siltanên Merwanî ji bo bapîrê xwe Badê mezin bê mirin bikin li ser navê wê pira bêhempa a ku ji hêla mîmariyê ve li seranserê dinyayê bi nav û deng e di salên 1040 û 1050’an de didin avakirin. Pira Mala Badê a ku li ser çemê Êlihê hatiye avakirin bi kemera 40,86 metreyan re xwedî taybetmediya kemera herî mezin hildigre. Ango ew ketiye di nava mîrateya cîhanê de ji. Piştî Merwaniyan her deshilatdarê hatiye navê xwe li ser pirê kolan e. Li gorî hinek daneyan di pêvajoya Sasûnê de generalekî tirk ji bo ev nivîs neyên xwendin keviran tahrip kiriye. Lewra li ber wê barajek hatiye çêkirin û ji xweşiktiya xwe ya berê kêm maye. 
 
Şikefta Hesûnê, rewnaqa hezar salan
 
Şikeftên Hesûnê li ser rêya Mala Badî bi etekên rêze çiyayê Albadêyê ye. Xwedî dîrokek kevnar ya hezar salan e. Hinek kel û pêlên têde hatine dîtîn, ayidê B.M hezar sal û P.M sedsala 13 an e. Şikeft ji 300 odeyên ku girêdayî hevin pêk tê. Hesûnî ji çaxa Mezeolotîk heya sedsala 13 an jî bûye wargeha mirovan. Girêdayî şikeftan dêr, cihê şanoyê, hemam û depoyên avê tên dîtin.
 
Minareya Şikestî
 
Minareya li navenda navçeya Farqinê cihdigire di pêvajoya Eyubiyan de hatiye avakirin. Minareya 5 qat, li gorî tê gutin bilinttir bû û bi demê re qatên jor xirabûne. Ji ber vê sedemê jêre tê gotin minareya şikestî.