Xelatên Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wênekêşiyê yên Denîz Firat hatin dayin

  • 13:56 9 Tebax 2020
  • Çand û Huner
MEXMÛR - Xelatên 5'emîn Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wênekêşiyê yên Rojnameger Denîz Firat hatin dayin. Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wênekêşiyê yên Rojnameger Denîz Firat diyarî têkoşerên cenga Rojava hatin kirin. 
 
Bernameya 5'emîn Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wênekêşiyê ya Rojnameger Denîz Firat bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li salona konfaransê ya Mexmûrê bi beşdariya welatiyên Mexmûrê û endamên sazî û dezgeyan hat lidarxistin. Bernameyê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Di 8'ê Tebaxê roja şehadeta Denîz Firat de kesên ku xelat girtin navên wan di bernameyê de hat aşkerekirin. Her wiha navên juriyên Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wênekêşiyê yên Rojnameger Denîz Firat jî hatin eşkerekirin. Ji bo tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê zêde beşdariyek xelebalix çênebû. 
 
Di merasîmê de li ser navê Komîteya Amadekar Delîl Tok axaftina vekirinê kir û wiha got: " Wekî Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) her ji du sal carekê ji bo bîranîna Şehîd Denîz Firat em Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wênekêşiyê yên Rojnameger Denîz Firat li dar dixin. Îşev jî em ji bo merasima dayina xelatên pêşbirkê li vir kom bûne. Wek hûn jî dizanin ji ber zêdêbuna Nexweşiya Vîrusa Koronayê ya li herêmê û derdora wargehê em neçar man ku bi girseyeke biçûk vê merasimê li dar bixin. Hefteya ku em tê de ne, hefteyek pir girîng e. Di 4'ê Tebaxê de salvegera hunermendê nemir Şêrko Bêkes e, 8'ê mehê jî hem salvegera mamosteyê mezin Aram Tîgran û her wiha  roja şahadeta Rojnemeger Denîz Firat e. Bi vê wesîleyê em careke din Şehîdên wêjeya Kurdî û Ragihandina azad bi bîr tînin bejna xwe li ber wan ditewînin."
 
Piştî axaftina vekirinê  li ser navê malbatê axaftin hat kirin û sînevziyona ku ji bo Denîz Firat û ji bo têkoşerên Cenga Rojava hatibû amadekirin hat nîşandan.
 
Piştî temaşekirina sînevizyonê merasîma xelatdayînê dest pê kir.
 
Axaftina girtinê jî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa İştarê  Fadile Tok ve hat kirin. Fadîleyê wiha got:"Em spasiya hemû kesên ku ked dane ji bo lidarxistina 5'emîn Pêşbirka Helbest, Çîrok û Wênekêşiyê yên Rojnameger Denîz Firat. Em niha di nava pêvajoyeke giranbiha de ne ku têkoşerên azadiyê niha li Heftanînê serkeftineke mezin dikin û cenga Heftanînê dinivîsin. Em jî serkeftinê ji bo hemû têkoşerên xwe dixwazin. Têkoşerên mîna Denîz Firat û hemû têkoşerên Kurdistanê ew ê rêya me ronî bikin. Em silavên xwe ji xwediyê keda salan Rêber Apo re dişînin." 
 
Di dawiya bernameyê de spasiya hemû sazî û tv'yên alîkarî dan hat kirin. 
 
Bername bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Şehîd namirin" bi dawî bû. 
 
Navên kesên xelat girtine wiha ne:
 
Beşa Helbestê ya bi Kurmancî
 
1’emîn; Welat Xerîb (Hebûna Min)
 
2’yemîn; Jîn Stêrk  (Pênûsa Min)
 
3’yemîn; Nesrîn Farqîn (Pepûle)
 
Beşa Çîrokê ya bi Kurmancî:
 
1’emîn; Hasîp Yanliç (Gelo Ez Mirî me)
 
2’yemîn ; Mistê Dilsîz Tunçyuzlu (Evîna Platonîk)TUNÇ YUZLU -Navê Berhemê wî (EVÎNA PLATONÎK)
 
3’yemîn; Îrfan Yildiz  (Şîfre)
 
Beşa Çîrokê ya bi Dimilkî:
 
1’emîn; Şeyda Asmîn  (Pîvoke)
 
Beşa Helbestê ya bi Dimilkî:
 
1’emîn; Omer Faruk Ersoz (Ciniyê Kurdan)
 
2'yemîn; Deza Sarî (Aya Wind Deza)
 
3'yemîn; Omer Faruk Ersoz (Ma Şarê Homayê Ma Şarê Homay)
 
Beşa Helbestê ya bi Soranî:
 
1’emîn; Dildarê Xak (Îtir Bes e Gelî Başûr)
 
2’yemîn; Dildarê Xak (Qewmî Hefta)
 
3’yemîn; Qeder Tayboxa ( Rolekanim)
 
Beşa Çîrokê ya bi Erebî:
 
1’emîn; Serhat Qamişlo ( Denîz Firat)
 
Beşa Helbestê ya bi Erebî:
 
1’emîn;  Laleş Ebdirehman (Qulub Meelîbe)
 
Beşa Çîrokê ya bi Tirkî:
 
1’emîn; Asya Meyrem Behrengî ( Dugum)
 
2’yemîn; Murat Bakur ( Onun Îçin Denizin Suskunlugu)
 
3’emîn;  Kadîr Çat ( Emîna)
 
Beşa Helbetê ya bi Tirkî:
 
1’emîn; Velat Azad Emirhanoglu ( Bir Îhtimale Yaşamak)
 
2’yemîn; Kerem Çiftçi ( Bu Çagin Derviş Yusuflariyiz)
 
3’yemîn; Sedat Karakuş (Keder ve Ulkem)
 
Beşê Wênekêşiyê:
 
1’emîn: Nurhat Hesen 
 
2’yemîn; Welat Kilim - Şalaw Hesen
 
3’yemîn; Asmîn Karahan 
 
Navên Juriyan:
 
Beşa Çîrokê ya bi Kurmancî:
 
Azad Zal, Roza Metîna, Yaşar Aksû, Xecê Şen, Serhat Bûcak
 
Beşa Helbestê ya bi Kurmancî
 
Dîlan Aydin, Yaşar Aksû, Roza Metîna, Azad Zal, Herdem Kirtay
 
Beşa Çîrokê û Helbestê ya bi Dimilkî:
 
Alî Aydin Çîçek, Denîz Gunduz, Kamer Erdogan, Murat Kan
 
Beşa Helbestê ya bi Tirkî:
 
Meral Şîmşek, Bayram Balci, Mîraz Aslan, Zekî Ruzgar
 
Beşa Çîrokê ya bi Tirkî:
 
Meral Şîmşek, Fusûn Erdogan, Mukkadest Erdogdu Çelîk, Muharrem Erbey
 
Beşa Çîrok û Helbestê ya Soranî:
 
Îrfan Son, Bejdar Necmeddin
 
Beşa Wêneyê:
 
Abdûrahman Gok, Nazim Daştan, Robîn  Torî