Kovara Jîneolojiyê bi dosyeya 'Nîqaşên Malbatê' derket

  • 09:07 9 Tebax 2020
  • Çand û Huner
AMED - Malbat ji bo dewletê tê çi wateyê? Dewlet çima malbatê ewqas dixe rojev e? Malbat dê çawa biguherin? Gelo malbateke demokratîk pêkan e? bersivên wan pirsan di hejmara nû ya Kovara Jineolojiyê dosyeya "Nîqaşên Malbatê" de cih digire. Edîtora kovarê Rojda Yildiz da zanîn ku ji bo guherîna mirov û civakê divê pêşî kakila civakê ya malbatê bê guhertin. 
 
Hejmara nû ya Kovara Jineolojiyê bi mijareke berfireh derket pêşberî xwendewanan. Kovar bi dosyeya "Nîqaşên Malbatê" derket û mijarên wekî pêvajoya dîrokî ya malbatê, têkiliya wê ya bi dewlet û desthildatdariyê, şîdeta di nava malbatê de û nêzîkatiya civakê ya li hemberî şîdeta di nava malbatê de girt dest. Her wiha ligel wan mijaran li ser avakirina malbatên alternatîf û demokratîk jî nivîsên berfireh di kovarê de hatin bi cih kirin. Di nava dosyayê de nivîsên 17 jinan hatin bi cih kirin. 
 
Edîtorên kovarê Rojda Yildiz û Aycan Dîrîl li ser dosyaya "Nîqaşên Malbatê" agahiyên berfireh dan ajansa me. 
 
‘Di nava malbatê de rola jinê...'
 
Rojda, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mijarên serekê yên vê hejmarê û got: "Di vê hejmarê de me mijara malbat ji bo jinan çi îfade dike û rola jinan di nav malbatê de çi ye girtiye dest. Wekî tê zanîn malbat formekî ji bo jiyandinê ya herî kevnar e. Di vê dosyayê de em li ser pêvajoya dîroka malbatê sekinin. Yekem car bi kîjan pêdiviyê pêk hat, çawa şekl girt, piştre zanîn û mîtolojiyên ku li ser derketin, her wiha di nav pergala kapîtalîst de malbat û herî dawî jî di sedsala 21’emîn de li ser rewşa malbatê em sekînin. Îro di nav pergala heyî de tovên desthîlatdariyê cara yekemîn di nav malbatê de şekl girtiye. Me xwest di dosyaya xwe de vê mijarê şîrove bikin. Her wiha malbat ji bo dewletê tê çi wateyê ? Dewlet çima malbatê ewqas dixe rojev e. Di bin wê helwestê de çi sedem hene? Me xwest li ser van jî bisekinin. Her wiha ne tenê deşîfrekirina avakirina malbatê her wiha di nava dosyaya me de jî avakirina malbatekî alternatîf jî heye."
 
'Ji bo guherîna civakê divê di serî malbat biguherin'
 
Rojda, destnîşan kir ku heke bixwazin mirov û civakê biguherînin divê serî de malbatên heyî biguherinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku mijareke girîng e me jî di hejmarê de mijara xwe berfireh girt dest. Forma malbatê kesayeta mirovê, jiyana wan, têkiliyê wan a bi mirovan, xwezayê û dewletê re diyar dike. Ji ber vê yekê di heman demê îddiayeke me yê wek bi alternatif û modelên malbatê guherandin û veguhastinê heye. Bi wî awayî guherandinên ji raboriyê heya îro em dibînin ku gelek çavkaniya pirsgirêkan ji babeta malbatê pêk hatiye. Her wiha jin bi saziya malbatê bindest bûn. Ew jî bi bêqîmetkirina bedena jinê, keda jinê û her wiha bê qîmetkirina zanîna jinê tê kirin. Her tim ji ber sedemên bawerî, ol û pergala baviksalariyê malbat wek pîroz hatiye dîtin. Ew jî malbatê dixe lûtkeyek destnedayî. Ji ber ku malbat di heman demê de dikeve qada taybet. Tevî van yekan ger ku em jinê bixin niqaşê divê malbat jî rojeva me ya sereke be.”
 
'Şîdeta di nava malbatê rewa tê dîtin'
 
Rojda, da zanîn ku şîdeta li hemberî jinê di nava malbatê de rewa tê dîtin û wiha bi lêv kir: "Dema ku di nav malbetekê de şîdet pêk hat kesên dora wê dibêjin 'Em dest nedin wan, malbat in wê pirsgirêkên xwe çareser bikin'. Bi vî awayî civak şîdeta di nava malê de pêk tê rewa dikin. Dema ku jinek ket nav forma malbatê êdî rola xwe ya jinê winda dike. Ango dema ku nezewice jî wekî keça wî zilamê an jî xwişka wî kesê tê bi nav kirin. Dema dizewice hebûna jinê di nav malbatê de nayê dîtin û li ser rola wek xizmetkar tê dîtin. Ev mijar jî ji bo civaka me girîng e û em li ser vê jî rawestiyan."
 
'Dema malbat demokratîk dibe jin jî xwe azad hîs dike'
 
Rojda, diyar kir ligel vê mijarê mijara serekê ya ku di rojevê de ye Peymana Stenbolê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber gotinên mîna ‘pergala malbatê diperitîne’ û ‘malbatê bê exlaq dihêle’ tê xwestin ku Peymana Stenbolê ji holê bê rakirin. Peymana Stenbolê di nav malê de demokratîkbûna malbatê diparêze, wekhêviya têkiliyan diparêze. Lê jixwe pergal bingeha xwe ji ser hebûna serdestiya mêrê çêdike. Ji ber vê dibêje babetên malbatê xirab dibe. Ji ber ku babetê malbatê eleniya mêrê ve xirab dibe. Ger ku malbat demokratîk dibe jin jî xwe azad hîs dike. Pergala malbatê ji aliyê civakê jî dikeve wateyekê pîrozî. Mînak pergal dibêje ‘li tu derê desthîlatdariya te tune be jî reîsa mala wê tu yî, ew mal di bin hûkma te de ye’. Ew jî ji bo mêran nerînek bêhempa ye. Mêrên ku bê wasif, bê kar û tiştekê wî tune bê jî ji ber têkiliya wî ya bi vê pergalê jinê ji xwe re dixe wek objeyek û li ser wê hemû cûreyên tundiyê pêk tîne. Bi vî awayî dijî. Ger ku hinek bingeha malbatê bê lêkolîn kirin bingeha dewletê jî derdikeve holê. Dema ku şîdeta li ser jinê pêk hat ji her qadê de bertek tên nîşandan. Lê dema şîdet di nav malbatê de pêk bê kesek bertek nîşan nade. Dema ku daneyên jinên hatine qetilkirin dinêrin ji sedî 90’î di hundirê malê de hatine qetilkirin."
 
'Avakirina malbatên demokratîk...'
 
Rojda di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser mînakên malbatên alternatif û wiha bi dawî kir: "Di vê mijarê de em li ser avakirina malbatên alternatîf û demokratîk  rawestiyan. Em dikarin Wargeha Penaberan a Mexmûrê mînak nîşan bidin. Bi salan e tê xwestin ku cûreyek jiyanek alternatif li vir bê avakirin. Jinên Mexmûrê di nivîsên xwe yên ku me re şandî de qala jiyana malbatên xwe kirin û dibêjin 'guhertina malbatan ji bo me pir bi zor e lê em xwe bi rêxistin dikin’. Li her taxê de komînên jinan heye. Saziyên çandî, perwerdehî, civakî û jinan heye. Li vir şîdet bi teqez nayê pêjirandin. Dema ku wisa bû jî tundiya di nav malê de kêm dibe. Her wiha ji bo me ceribandinên li Şengal û Rojavayê jî girîng e. Me bi wan mînakan dît ku demokratîkbûna malbatê bi tevlîbûna jinê pêkane dibe."
 
'Pêdiviya me nîqaşan heye' 
 
Aycan jî bal kişand ser mijarê û wiha şîrove kir: "Mijara malbatê ji bo ku em li ser biponijin û niqaşan bikin, pêdiviya me pê re heye. Mînakên cûr bi cûr, ceribandinên dîrokî û niqaşên ku li ser malbata demokratîk gelek caran hatin kirin. Bersiva gelek pirsan hat dayîn. Di dîrokê de malbat her tim bûye alavên pêdiviyên, zayendî, zewac, aborî, kedkar û lêşkeriyê. Ji ber vê yekê argûmanên ku em qal dikin hemû li ser jinê wek polîtîkayê tê meşandin. Ji ber van sedeman têkiliyên hevjîn û sazkirina malbatên demokratîk ji bo me girîng û pêwist e.” 
 
'Hejmara me ya nû bixwînin'
 
Aycan, destnîşan kir ku jin herî zêde di nava malbatê de têdikoşe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê li gel hemû pirsan em bersivan jî dixwazin derxin holê. Ji bo dîtina çareseriyên wekhev û lêgerina alternatîfan radixin pêşberî we. Pergala ku dixwaze me tune bike divê em rotaya têkoşîna xwe derxin holê. Em bang dikin ku hejmara me ya nû bixwînin."