Li dijî zextan zêdetir nivîs zêdetir berxwedan

  • 09:05 9 Tebax 2020
  • Çand û Huner
DÊRSIM - Nivîskar Ozlem Armen diyar kir ku ji bo wê nivîsandina pirsgirêkên civakî berpirsyariye, rêbazeke deng derxistin û têkoşînê ye û got: “Zêdetir nivîsandin zêdetir huner pêwiste. Li dijî hemû zextan têkoşîn şert e.”
 
Nivîskara pirtûkên ‘Nivîsên Dîwaran’ û ‘Pênûsên rengîn’ Ozlem Armen nivîsên xweyên derbarê mijarên rojane de di van pirtûkan de anî cem hev. Ozlemê derbarê rojevê de fikrên xwe anî ziman.
 
Ozlemê got li erdnîgariya dijîn li hember jinan zext zêde ye û li hember vê dest bi nivîsê kiriye û wiha got: “Ez jî jinek di vê civakê de dijîme û min xwe berpirs dît. Min got nivîsandin jî rêbazek deng derxistinê û têkoşînêye. Min di çapemeniyên civakî û rojnameyan de nivîsî. Yek ji van ‘Otekilerin Gundemî’ û ‘Sîmurg News’ bû. Li welat hemû muxalîf, siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr tên çewisandin. Welat veguheriye girtîgeha vekirî. Em di pêvajoyek wisa de derbas dibin. Divê em zêdetir binivîsin. Şerte ku em li dijî zextan berxwe bidin.”
 
‘Êrîşek mijara gotinê ye’
 
Ozlemê balkişand ser komkujiya xweza û sewalan û kapîtalîzm û nûnerên wan pisgirêka hawirdorê kirine wek polîtîka. Ozlemê got Heskîfa dîrokî di bin avê de hatiye hiştin û got ev rewş komkujiya xwezayî ya faşîzmê ye û êrîşeke plankirî ya sîstematîk mijara gotinê ye.
 
‘Jin ji bo AKP’ê tirs e’
 
Ozlemê di berdewamiyê de balkişand ser polîtîkayên netewperest, zayendperest û yekparêz yên AKP’ê û got ev ji bo jin û zarokan xetereyek mezine û wiha pê de çû: “Demên dawî de êrîşên li hember jinan zêde bûye. Dixwazin mafê jinan yên hatine qezenckirin xesp bikin. Di 18 sal desthilatdariya AKP’ê de tacîz, tecawiz û kuştinên jinan zêde bûne. Êrîşên zayendî zêde bûne. Jin ji bo AKP’ê bûne tirs .Ji ber jin damara civakê wijdana civakê ye. Dixwazin Peymana Stenbolê rakin. Dixwazin zarokên rastî tecawizê hatine bi tecawizkar re bizewicînin. Ev xespkirina jiyana zaroke. Ji bo jin azadiya xwe biparêzin divê xwe rêxistin bikin têbikoşin. Nêzîkatiya dewletê ya li hember jinan siyasî û polîtîk e. Gulîstan Doku bi mehan windaye. Dîtina wê jî peywira Dewletê ye.”
 
Ozlemê projeyên xwe yên nû jî vegot û da zanîn ku wê nivîsandinê bidomîne û wê çîroka jiyana bavê xwe bike pirtûk.