'Strana min behsa rastiya me dike'

  • 09:03 6 Tebax 2020
  • Çand û Huner
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Hêvîn Xabûr bi dengê xwe yê zelal û xweş li ser fermana Şengalê stranek nivîsand û ji zarokên Kampa Waşokanî re her dibêje.
 
Çeteyên DAIŞ'ê  di 3’yê tebaxa 2014’an de êrîşek hovane li ser bajarê Şengalê ê Başûrê Kurdistanê kirin. Di encama van êrîşan de bi hezaran Kurdên Êzîdî hatin qetilkirin. Di heman demê de di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk bi rûyê xwe yê eşkere bi çekên giran û qedexekirî êrîşî sivîlên Serêkaniyê û Girê Spî kir. Têkildarî vê mijarê keça Êzidî Hêvîn Xabûr a 13 salî ye û ji Serêkaniyê koçber bûye, niha li Kampa Waşûkanî dijî ji ajansa me re nirxandin kir .
 
'Dewleta tirk û DAIŞ yek in'
 
Hêvînê teqez kir ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî berdewamiya qirkirina gelan û fermana li Şengalê bû û wiha gotina xwe bi lêv kir: "Li Şengalê dewleta tirk xwest Kurdên Êzidî bi destên çeteyên DAIŞ’ê qir bike, piştî ku DAIŞ jî hate tunekirin dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir û êrîşên wê li ser Şengalê dewam dike. Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk yek e. Hêvî û xeyalên me yên zaroktiyê ji me stendin û me neçarî koçberiyê kirin."
 
'Mam Zekî ji bîr nakin'
 
Hêvînê balkişand ser şehadeta Mam Zekî ku di 15'ê tebaxa 2018’an de li bajarê Wadî Şilo ji aliyê balafirên dewleta tirk ve jiyana xwe ji dest da û got: "Ez bi şehadeta mam Zekî pir bandor bûm, em pir jê hez dikin, dewleta tirk bi balafirên xwe Mam Zekî şehîd xist. Ji bo fermana Şengal û komkujiya Serêkaniyê û şehadeta Mam Zekî min stranek nivîsand û her ji zarokên kampa Waşûkanî re dibêjim."
 
'Strana min behsa rastiya me dike'
 
Hêvînê behsa strana xwe ya bi navê Serêkaniyê Şêrîn e wek Şengala min nîne  kir û wiha anî ziman: "Strana min behsa rastiya ku em tê de dijîn, ku çawa li hemberî qirkirin, êrîş û komkujiyên dewleta tirk a dagirker gel têkoşîn dike. Her wiha behsa berxwedana hêza YPJ û YJŞ’ê dikim ku me ji êrîş û hovîtiya dewleta tirk diparêzin û tola Mam Zekî ew ê hilgirin."
 
'Em dikin gazî û qêrîn lê kesek dengê me nabihîse'
 
Hêvînê di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku rê li ber êrişên dewleta tirk bigirn û got: "Em dixwazin vegerin Serêkaniyê, li dibistana xwe bixwînin. Em çiqas gazî û qêrîn dikin kes dengê me nabihîse. Em jî zarok in mafê me heye ku em li mal û dibistanê xwe biwxînin, ka mafê mirovan ?."