'Ez çanda xwe diparêzim'

  • 09:07 3 Tebax 2020
  • Çand û Huner
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jina bi navê Şam Receb a berhemên keda destan çêdike da zanîn ku jin li ku derê dibe bila bibe bi keda destê xwe dibe afrînera jiyanê û got: "Ez bi karê destan xwedî li mîrasa bi hezaran salan ên jinê derdikevim."
 
Jin ew e ku bi mêjiya xwe yê afrîner jiyanê dixemilîne û ji bo xwedî li mîrasa dayik û dapirên xwe derkevin çanda xwe ya kevnar di her demê de dişopînin û ji nifşên pêşerojê re dihêlin. Jina bi navê Şam Receb a 23 salî ye û ji navçeya Ehrez ya Kantona Şehbayê ye bi keda destan li ser piyan disekine. Nexweşiya Şam ya lingan heye, ji bo ku bêkar nemîne û jiyana  xwe bi wate derbas bike dest bi karên destan kiriye. Şam bi destên xwe yê nazik bi tayên hirî amadekariya cilên zivistanê dike û  tenteneyan çêdike. Şam girêdayî hunera xwe nêrîna xwe bi me re parve kir.    
 
'Min xwest ku jiyana xwe bixemilînim'
 
Şam di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku tevî nexweşiya wê dev ji jiyanê bernedaye û wiha got: "Ez di zaroktiya xwe de ji lingên xwe nexweş ketim û ji ber tu çare ji nexweşiya min re nehat dîtin ez nikarim zêde tevger bikim. Tevî nexweşiya xwe min dev ji jiyanê berneda û ez bi keda destan jiyana xwe dixemilînim."
 
'Ez çanda xwe diparêzim' 
 
Şam di dewama axaftina xwe de behsa hunera xwe kir û wiha domand: "Ez honandinê ji xaltika xwe hîn bûm û bi tayê hirî cilên zivistanê û tentene jî çêdikim. Karê destan zehmet e û mêjiyekî hunerî dixwaze, ruxmê zehmetiyan min dev ji hînbûnê berneda û ez hîn bûm. Her wiha xaltika min di dirûnxaneyê de kar dike û ez ji bo cil û bergên fistanan alîkariya wê dikim. Daxwaza min a herî mezin ew bû ku ez xwediyê çanda dayik û dapîra xwe derkevim û bi hînbûna karê destan ez çanda xwe diparêzim. Ji ber ên ku çanda xwe biparêzin û zindî bihêlînin jin e û ev erk ji me tevan tê xwestin."  
 
'Hem zivistanê hem havînê karê min dewam e'
 
Şam herî dawî girêdana xwe ya karê xwe wiha anî ziman: "Ez gelek bi karê xwe  girêdayî me. Di demsala zivistanê de ji bo zarokên birayê xwe ji sermayê biparêzim ez cilên bi hirî ji wan re dihûnim. Her cilek hefteyekê dirêj dike û ji bo cîranan jî li gor daxwaza wan çêdikim. Di dema havînê de jî ez bi tayan tentene çêdikim. Tentene herî zêde ji bo cihîzên bûkan tê çêkirin. Ez bi dilşadiyek mezin karê keda destan dikim û ez dibêjim bi karê destan ez ê xwediyê li mîrasa bi hezaran salan ên jinê derkevim."