Zimanê me tune be, çîrokên me jî, sitranên me jî tune dibin..

  • 09:09 2 Tebax 2020
  • Çand û Huner
DÊRSÎM - Hunermend Zeynep Kiliç ku bi zaravayê Kirmackî  yê Kurdî, stranan dibêje diyar kir ku ziman ji bo civakê gelek girîng e û wiha got: “Ziman tune be stranên me jî tune, çîrokên me jî tune.”
 
Hunermend Zeynep Kiliç ya ji Dêrsîmiyê di albuma xwe ya ‘Ju Game’ sitranên xwe bi zaravayê Kirmackî yê Kurdî dibêje.
Zeynebê daxuyakirin ku xweşikahiya mirovan bi ziman dertê holê û wiha got: “Ziman bîra mirovan e, rûyê mirov, jiyan û her tiştê mirovan e. Ziman tunebe mirov çawa dijîn. Zimanê dayikê êdî kêm tê axaftin. Ger mirov zimanê xwe fêr nebin wê her tişt tune bibe. Wisa biçe wê paşeroj, stran, çîrok û jiyana me tune bibe.”
 
‘Divê stranên Kurdî bên sitrandin’
 
Zeynebê daxuyakirin ku li Dêrsîma ku xwedî dîrok û çandeke bi bingeh e asîmîlasyonek mezin tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gelek cihî stranên Tirkî tên lêdan. Tirkî tê axaftin. Cihên li vir ji kê re xizmetê dike, ji gelê me re xizmetê dike. Ji ber vê jî divê bi çand û zimanê xwe xizmetê bikin. Divê bi zimanê xwe stranan bibêjin. Min albumek derxist û ez dixwazim stranên xwe bibîhizim. Ne tenê yê min yên hunermendên din jî. Em nirxê nedin ziman, huner û hunermendên xwe wê ziman û çanda me tune bibe.”
 
‘Divê di jiyana rojane de zimanê dayikê bê axaftin’
 
Zeynebê ku hemû stranên xwe bi Kirmanckî dibêje, got ne tenê di stranan de divê di jiyana rojane de jî li her qadê zimanê dayikê bê bikaranîn. Zeynebê got di rewşa berovajî vê de wê ziman tenê di stranan de bimîne.