Eleqeya li hemberî Rojên Fîlmên Jinan a Gerok zêde ye

  • 12:09 19 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
AMED - Di 13'ê tîrmehê de Rojên Fîlmên Jinan a Gerok dest pê kir û li navçeyên Amedê hatin pêşandin û film rastî eleqeyeke mezin a jinan hat. 
 
Rojên Fîlmên Gerok ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemaya Mezopotamya di 13'ê tîrmehê de dest pê kir, di roja 7'an de berdewam dike. Bernameya Rojên Fîlmên Jinan a Gerok ku her rojê li 2 navçeyan tê pêşandan hefteyek li pêy xwe hişt. 
 
Fîlman "Sibel" yê ku derhêneriya wê Çagla Zencîrcî û Guilloume Glovanettî dike, fîlmê "Borç" ku derhêneriya wê Vuslat Saraçoglu dike, fîlma "Heta bêhna min diçike" ku derhêneriya wê Emîne Emel Balci dike û fîlmê "Kevok" ku derhêneriya wê Banu Sivaci dike hatin pêşandan û derketin pêşberî sinemahezaran. Pêşandana fîlman ku di 13'ê tîrmehê de dest pê kir, li Navçeya Farqînê dest pê kir û Parka Kinya Navin bi filma “Sibel” derket pêşberî gel. 
 
Bernameya fîlman li navçeya Gêl, Karaz, Erxenî, Çinar û Hezroyê hatin pêşandan. Fîlm rastî eleqeyek mezin a jinan hatin. Di roja 6'an de li navçeya Rezan li Parka Newrozê hat pêşandan. Pêşandana fîlm a herî dawî îşev saet di 20.30’an de li Parka Tema ya Peyasê û Parka Koşuyolu ya Rezan wê bê pêşandan û bi dawî bibe.