'Çanda me hebûna me ye'

  • 09:01 18 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Kevana Zêrîn yek ji beşa hunerê ye, parastina çanda jinê ya resen dike, bi awayekî hunerî tev digere, zêdetir bi kar û çanda jinê re mijûl dibe. Jinên ku di Kevana Zêrîn de karê hunerî dikin dan zanîn ku Kevana Zêrîn beşek hunerî ye û parastina çanda dayikê ya bi hezar salan dike.
 
Kevana Zêrîn di 5'ê Çileya 2017'an de li Navenda Kantona Efrînê hatibû vekirin. Piştî êrîşên li ser Efrînê yên ji aliyê dewleta Tirk ve gel neçarî koçberiyê bûn. Kevana Zêrîn xwe ji nû ve li warê berxwedanê Şehbayê ava kir û dest bi xebatê kir. Têkîldarî vê mijarê Endamên Kevana Zêrîn li ser girîngî û rola Kevana Zêrîn nêrînên xwe parve kirin.
 
'Çand bi dayikê tê naskirin'
 
Ji Rêveberiya Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê Mîzgîn Çolaq bal kişand ser kevneşopiya çanda dayikan û wiha got: "Piştî Şoreşa Rojava weke jin me navenda Kevana Zêrîn ava kir. Yên ku çanda parastina gelan diparêze dayik in. Ji ber ku dayik her dem xwediyê exlaq û kevneşopiyên xwe derdikeve. Me li Efrînê di her navçeyêkê de saziyê Kevana Zêrîn vekir, ji bo berdewamiya parastina çanda dayikê."
 
 'Tevgera Kevena Zêrîn tevgerek xweser e' 
 
Mizgîn herî dawî beşên hunerê nirxand û wiha got: "Tevgera Kevana Zêrîn tevgereke xweser e ji bo wê di beşên wê de hemû cureyên hunerê hene, weke şano, stran û komên govendê. Mamosteyên ku di karê Kevana Zêrîn de cihê xwe digirin hemû jin in û her yek li ser beşekê disekine. Me li Şehbayê çanda kevnar a dayikê li civakê da naskirin û em ê her dem xwediyê çanda dayikê derkevin."
 
'Hemû karê me ket xizmeta Berxwedana Serdemê' 
 
Endama komîteya nirxandina perwerdeyan Bêrîvan Dodax rola Kevana Zêrîn nirxand û wiha got: "Em wek Kevana Zêrîn  rola xwe di berxwedana Şehbayê de dileyizin. Çalakiyên me her dem berdewam in. Ji bo erkên ku dikevin li ser milê me em her dem amade ne. Hemû jin û zarok me li derdora çanda resen kom kir û her dem vîna wan geş dikin. Mijarên ku li Efrînê hatin jiyîn bi rêka hunerê em pêşkêşî gel dikin. Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin divê xwedî li çanda Efrînê derkevin û tu carî çanda xwe ji bîr nekin û parastina wê bikin, ji bo careke din çand bi çanda dayikê were xemilandin."
 
'Çanda me hebûna me ye' 
 
Ji Rêveberiya koma govendê Zîlan Ebdo jî wiha got: "Piştî koçberiyê me jî gelek zehmetî jiyan, lê belê zehmetî di pêşiya berxwedana me de nebû asteng. Em perwerdeya govendê ji hefteyê du caran dibînin, beriya em dest bi perwerdeyê xwe bikin em werzîşê dikin. Em weke jinên ciwan her em ê çanda xwe biparêzin û xwediyê çanda xwe derkevin. Çanda me hebûna me ye."