Dema porê hemû jinan cuda bê şehkirin….

  • 09:09 12 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
STENBOL - Berîvan Dogan di yekemîn pêşangeha xwe ya wêneyan a ‘Dema porê hemû jinan cuda bê şekirin’ di por û îfadeya rû ya jinan de berbi cîhana wan ya hundir derdikeve rêwitiyê. Berîvanê da zanîn ku tevî hemû zextan bal dikişîne ser hêza xwe û got pêşangeha wê heta 2’ê tebaxê didome.
 
Yekemîn pêşangeha wêneyan a Berîvan Dogan ya ‘Dema porê hemû jinan cuda bê şekirin’ di 3’ê tîrmehê de hat vekirin. Pêşangeh li Kadikoy a Stenbolê li Zapata Bakery pêk hat û heta 2’ê tebaxê wê vekirî be. Di pêşangehê de nêzî 30 portreyên jinan yên bi boyaxa avî hatine çêkirin cih digirin. Berîvanê bi awayekî xweser jin derbasî ser tuvala xwe kirin û bi taybet porên jinan derdixin pêş, sekn û nêrînên wan jî balê dikşînin. Dema mirov li pêşangehê digerin, teşeyên porên jinan yên cuda balê dikşînin. Di hemû wêneyan de porê jinan cîhan hundir a jinan, rewşa rihê wan dide hîskirin. Di porê jinan û îfadeya rû yên jinan, mirov berbi hêvî, serhildan, şîn û cîhana hundir a jinan ve dibe.
 
‘Her ku min xêz kir tiştek din derket holê’
 
Berîvan ji civaknasiyê mezun bûye. Çîroka wê ya wêneyan bi xwişka wê re dest pê dike. Xwişka wê mamosteya wêneyan e lê demek dirêj wêne xêz nekiriye. Berîvan ji bo xwişka xwe teşwîq bike dest bi xêzkirina wêneyan dike. Berîvan ya ji bo xwişka xwe ket vê rê wiha dibêje: “Min got belkî ez û xwişka xwe bi hev re tiştekî bikin. Piştre min mêze kir ku ez xêz dikim. Min ji xêzkirinê kêf girt. Min keşf kir ku hilberandin çiqas tiştekî xweş e. Ji ber vê min xêz kir. Piştî min xêz kir her tişt derket holê.”
 
‘Ez bi ecibandina wênayan motîve bûm' 
 
Berîvanê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hevalek wê ya wênexêz ew kefş kiriye û wiha got: “Hevala min gazî min kir. Ez çûm atolya wê. Min dersên sereke girt. Ez çend mehan çûm atolyeyê. Piştre min bi boyaxa avî berdewam kir. Ez jî ji xwe matmayî mam. Ji ber ku min berê çênekiribû. Xêzên min hatin ecibandin û ez matmayî mam. Motîva min jî zêde bû. Min wisa berdewam kir.”
 
‘Min wêneyên xwe mêze kir û navê pêşangehê danî'
 
Berîvanê got porên jinan li parçeyan veqetandiye û rengîn kiriye û wiha got: “Jin her tim rastî zextan tên. Em di bin zexta desthilatdarî û civakê de ne. Em di alî îfadekirinê de zehmetiyan dikşînin. Min por li parçeyan veqetand. Min rengîn kir. Em dikaribin li parçeyan hatibin veqetandin lê em di heman demê de rengînin. Min xwest jin xurt bên dîtin. Por cîhana hundir a jinan vedibêje. Min li wêneyan mêze kir û navê pêşangehê danî.”