'Çanda destarê çandek kevn û bi nirx e'

  • 09:02 12 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
Ronîda Hacî-Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Çanda kevnar a destar hîn ji aliyê jinan tê domandin. Yek ji jinên ku çanda kevnar a destarê didomîne Fatma Mihemed e. Fatmayê derbarê çanda kevnar a destarê de wiha dibêje:"Çanda destarê çandek kevn û bi nirx e. Mirov dema li çanda kevnar xwedî derdikeve di heman demê de li hebûna xwe jî xwedî derdikeve."
 
Destar ku dîroka wê digihêje bi hezaran salan, yek ji alavên girîng ê ku her li tevahî gundan tê bikaranîne. Bi hezaran salan ji bo hêrandina genim, firîk, ceh, nîsk û nokan hatiye bikaranîn. Herî zêde jî jin destar bi kar tînin û her parastina vê çandê dike û dide jiyandin. Yek ji jinên ku çanda xwe diparêze jê Fatma Mihemed a 50 salî û ji Gundê Gitîn ê Girêdayê Navçeya Serêkaniya Hesekê ye. Fatmaya ku ev 30 sal in, çanda destarê diparêze wiha dibêje:"Dema ku ez çanda kevnar a destarê diparêzim tevahî gundî sûdê ji min digirin û ez bi vê yekê gelek kêfxweş dibim."
   
'Ez alîkariya gundiyan jî dikim'
 
Fatmayê diyar kir ku destarê li  gel wê xwedî dîrokekê ye û wiha got:"Ev destar min ji dapîr û bapîrê xwe girt. Kîjan mala ku jê re pêwîst dike tê û li vir genim, nok, nîsk û cehê xwe dihêre. Destar ji me re tê wateya çanda kevnar a dapîr û bapîrê me."
 
'Pêwist e li her malekê destarek hebe'
 
Fatmayê bi lêv kir ku çanda kevnar mirovan diparêze û wiha dewam kir:"Pêwîst e di her malekê de destarek hebe. Ji ber ku em di nava şer de dijîn. Dewleta tirk a dagirker di her kêliyê de êrîşî me dike. Her wiha em rastî ambargoyê tên. Ji bo ku em bikaribin xwe bidin jiyîn çandên kevnar ên wekî  destar pêwist e. Bila pêşketina teknîkê mirovan nexapîne."
 
'Çanda destarê çandek kevn û bi nirx e' 
 
Fatmayê bi lêv kir ku jinê di dîrokê de her dem ked daye dermanê xwezayî çê kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di civaka xwezayî de jinê ji bo tenduristiyê giya peyda kiriye. Ji pelên daran cil çêkirine, ji bo wê jî li hember ambargoyên ku li ser civakê tê meşandin destar çêkiriye û ta roja îro jî ev çand tê jiyîn. Çanda destarê çandek kevn û bi nirx e. Mirov dema li çanda kevnar xwedî derdikeve di heman demê de li hebûna xwe jî xwedî derdikeve. Dema ku ez çanda kevnar a destarê diparêzim tevahî gundî sûdê ji min digirin û ez bi vê yekê gelek kêfxweş dibim."