Li 14 navçeyên Amedê Rojên Fîlmên Gerok ên Jinan dest pê dike

  • 11:27 11 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
AMED - Bi pêşengiya Şaredaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademiya Sînemayê ay Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemayê ya Mezopotamyayê Rojên Fîlmên Gerok ên Jinan dest pê dike û dê li 14 navçeyan fîlm bên nîşandan.
 
Bi pêşengiya Şaredaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Akademiya Sînemayê ay Rojhilata Navîn û Akademiya Sînemayê ya Mezopotamyayê Rojên Fîlmên Gerok ên Jinan dest pê dike. Wê rojên fîlma di 13'ê Tîrmehê de dest pê bike û heta 19'ê Tîrmehê dewam bike. Dê li Sûr, Rezan, Yenîşehîr, Peyas, Karaz, Gêl, Pîran, Çinar, Hezro, Erxenî, Farqîn, Licê, Pasûr û Bismilê bi tevahî li 14 navçeyan fîlm bên nîşandan. . 
 
Bernameya rojên fîlman: 
 
"*Di 13'ê tîrmehê saet di 20.30'yî de; li Farqînê li Parka Kinya Navîn wê fîlma "Sîbel" ku derhênerên wê Çagla Zencirci û Guilloume Glovanetti ne, bê nîşandan. 
 
*Di 13'ê tîrmehê saet di 20.30'yî de; li Gêlê li Qada Gêlê wê fîlmê "Borç" ku derhênera wê Vûslat Saraçoglû ye bê nîşandan da. Her wiha wê vli Karazê li Baxçeyê Koşemê fîlma "Sîbel" bê nîşandan. 
 
*Di 14'ê tîrmehê saet di 20.30'yî de li Erxeniyê li Parka Osman û li navçeya Pîranê li Parka Şaredariyê wê fîlma "Nefesîm Kesîlene Kadar" ku derhênera wê Emîne Emel Balci ye bê nîşandan. 
 
*Di 16'ê tîrmehê saet di 20.30'yî de li Çinarê li Amfiya Parka Nû Jiyanê fîlmê "Nefesîm Kesîlene Kadar" û li Bismilê jî li Parka Kardeşlîkê û li Licê jî li Parka Ceylan Onkolê fîlmê "Sîbel" bê nîşandan. 
 
*Di 17'ê tîrmehê saet di 20.30'yî de li Hezro li Taxa Îşkarê wê fîlmê "Sîbel, li Pasûrê li Kompleksa Gogê fîlmê "Guvercîn" ku derhênera wê Banû Sivaci ye bê nîşandan. 
 
*Di 18'ê tîrmehê saet di 20.30'yî de li Sûrê li Parka Ben û Senê wê fîlmê "Borç" û li Rezanê jî wê fîlmê "Sîbel" bê nîşandan. 
 
*Di 19'ê tîrmehê saet di 20.30'yî de jî li Peyasê li Parka Temayê wê fîlmê "Nefesîm Kesîlene Kadar" û li Rezanê li Parka Koşûyolûyê fîlmê "Guvercîn" bê nîşandan.