Pirtûkxaneya Reqayê ji nû ve vedibe

  • 11:29 10 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûkxaneya Navenda Çandê ya bajarê Reqayê ku di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de hatibû talankirin û şewitandin, ji nû ve vedibe û heta niha 7 hezar pirtûk lê kom kirine.
 
Navenda Çandê ya Reqayê yek ji navendên mezin ên çandê yên Sûriyê ye, lê ew jî ji sûcên çeteyên DAIŞ`ê bê par nema.  Çeteyan Navenda Çandê bi temamî rûxand û hemû pirtûkên tê de şewitandin ku hejmara wan zêdetirî 100 hezarî bû. Navenda Çandê bi armanca ku pirtûkxaneyê ji nû ve veke û pirtûkan lê kom bike, pêngaveke bi navê "Pirtûkekê bide min" dabû destpêkirin.
 
Hin hezkiriyên pirtûkan, di serdema dagirkirina bajêr de, hin pirtûkên xwe ji çeteyan veşartibûn û piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê QSD`ê ve di cotmeha 2017`an de, pirtûk vegerandin pirtûkxaneyê. Her wiha bajarê Reqayê wekî paytexta kurteçîrokan tê nasîn. (ANHA)