Li Swîsreyê mîhrîcana zarokên Kurd

  • 12:51 8 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Swîsreyê ji bo zarokên Kurd mîhrîcanek hat lidarxistin. 
 
Mîhrîcana zarokan li bajarê Winterthur ê Swîsreyê pêk hat. Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Winterthurê mîhrîcan organîze kir. Organîzatorên mîhrîcanê bal kişandin ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê. Di mîhrîcanê de çalakî û bernameyên cuda hatin lidarxistin. Her wiha bernameyên çand û hunera Kurdî jî hatin pêşkêşkirin.
 
Her wiha ji bo zarokan di meha adarê de dest bi kursên zimanê kurdî kirine û dixwazin li dijî êrîşên li hemberî ziman rawestin û ziman li pêş bixin. Bi mîhrîcana zarokan jî dixwazin zarokên kurd ji çand û hunera xwe û ji zimanê xwe dûr nekevin.