6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk dest pê kir

  • 09:56 26 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Çand, ziman û erdinîgarî beden e li bedena xwe xwedî derkeve", 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.
 
Îro li navenda Çand û Hunerê yaAram Tîkran ya bajarokê Rimêlanê yê Kantona Qamişloyê, 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Hunerê ya Demokraîtk li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Bi tevlîbûna 200 delege ji netewên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ev yekem care ji herêmên Tebqa, Reqa, Dêrezorê tevlî Konferansê dibin, her wiha ji Heleb, Şam, Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê dê delege beşdarî konferansê bibe. Navenda Konferansê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alavên kevnar ên çanda gelan û pankertên bi nivîsên 'Bi rihê dayika Xwedawend şoreşa çandê pêk bînin, Çanda Mirovahiyê bi tevna dayîkê hatiye hunandin, Jina Azad pêşenga Çand Netewa Demokratîk e', hat xemilandin.
 
Her wiha mêvan ji sazî û dezgehên sivîl û şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokeratîk, Kongreya Star tevlî konferasnê bûn. Kesên beşdarî konferansê bûn bi cil û bergên xwe yên gelêrî û çanda xwe ya resen tevlî konferansê bûn.
 
Dê konferans du rojan bidome. Roja yekem dê bi axaftina mêvanan dest pê bike. Dê piştre ji pênc kesan dîwan bê hilbijartin. 
 
Perspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser çandê dê were xwendin. Paşê dê perspektîvên Tevgera Çand û Huner a Demokratîk were xwendin. Her wiha dê sinevizyon li ser xebatê çandê yê du salan were temaşerkirin. Paşê rapora xebatê Çandê yê du salan dê were xwendin û nirxandin û nîqaş dê bê kirin.
 
Bernameya roja duyem jî wiha ye: Xwendina rêziknameya Tevgera Çand û Hunerê, Hilbjartina Meclîsa Tevgera Çand û Hûnerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 45 kesan, herî dawî jî dê ji nav Meclisa 45 kesan du hevserokên nû werin hilbjartin.
 
A niha Konferans dest pê kir.