Bi pêşengiya xwe dixwazin balê bikşînin ser qirêjiyê

  • 09:12 25 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
MERSÎN - Wênexêzên Ciwan yên bi pêşangeha xwe balê dikşînin , bi alavên ku bi kar tînin jî hedef dikin ku balê bikşînin ser qirêjiya derdorê û di mijara lêvegerînê de hişmendiyê ava bikin.
 
Ciwanên temenê wan di navbera 14 û 16’an de diguherin, ji aliyê mamosteyên wan yên dibistanê aliyê wan yê hunerê tê kîfşkirin û li ser vê ciwanan xebatên xwe yên wênexêziyê pêş xistin û pêşangeh vekirin.
 
Pêşangeha wêneyan ya wênexêzên ciwan ku bi alavên bermahiyê çêkirine rastî eleqeyek mezin hat, di xebatên xwe de jî di mijara qirêjiya derdorê û lêvegerînê de balê dikşînin.
 
‘Eleqeya min di temenê biçûk de dest pê kir’
 
Sultan Ozkul destnîşan kir ku ew wek ‘Wênexêzên ciwan’ tên zanîn û got di temenê biçûk de eleqeya wê dest pê kiriye, 3 sale bi mamosteyê xwe re xebatên bi bandor derxistine holê û got wê vî aliyê xwe bi lîse û zanîngehê diyar bike.
 
Sultanê bi lêv kir ku nêzî 200 xebatên wê yên tualê hene û got di serkeftina wê de bawerî û piştgiriya malbata wê bi bandor bûye û ev tişt vegot: “Ez armanc dikim ku bibim wênexêzeke bi bandor. Huner reng e. Ji ber jiyan ne reş û sipî ye, kes jî ne bê reng e. Ji bo kes rengê xwe bibîne, divê bi rengan re bê cem hev. Ez di xebatan de xwe rengîn dibînim. Ez bi xebatan xwe didim nasîn. Ez dikarim bêjim ku min xwe dît. Ez pêşniyar dikim ku her kes xwe bibîne.”
 
Tablo û şova ji alavên bermahî ne
 
Zeynep Yazlik jî diyar kir ku bi hunerê re eleqeder bûn kêfxweşiyek mezin e û got vê kêfxweşiya xwe bi xebatên xwe hewl dide nîşanî her kesî bide û wiha dawî lê anî: “Çêkirina wêneyan, rêbaza herî xweş ya ku hest bên ziman e. Divê her kes di jiyana xwe de teqez di hunerê de cih bigire. Me ji derve tu piştgirî negirt. Ji bo em balê bikşînin ser qirêjiya derdorê em ji alavên bermahiyê tablo û şovale çêdikin.”