Zanîngeha Rojava şeveke hunerî li dar xist

  • 12:01 20 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
Devrîm Amed / Cîhan Mûrad
 
QAMIŞLO - Zanîngeha Rojava şeva hunerê bi tevlîbûna xwendekarên fakulteyê ya beşa wêje û zimanê kurdî li dar xist.
 
Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê li Taxa Xerbiyê ya Kantona Qamişloyê  Parka xwendinê ya Osman Sebrî şeva hunerî ya helbest, stran û kilaman li dar xist û di şevê de stranên Mehmed Şêxo, helbestên Osman Sebrî, Ehmedê Xanî û Feqîyên Teyran hatin xwendin û her wiha stran û kilamên kurdî yên cuda hatin gotin.
 
Ziman û wêjeya kurdî bi salan hatibû qedexekirin û polîtîkayên pişaftinê her dem dihat kirin. Bi derfetên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê careke din ziman û wêje pêş dikeve. Zimanê Kurdî dibe zimanê xwendinê. Beşa wêjeyê ya Zanîngeha Rojava  par şagirtên xwe yên yekemîn mezûn kir û îsal jî xwendekarên ku nuh dest bi zaningehê kirin ber bi dawîbûna qonaxa yekem ve diçin. Xwendekaran ji bo bi dawîbûna sala xwendinê ya yekem şeveke hunerî li dar xistin û tê de hest û hêviyên wan herikîn ber bi çemê wêjeyê ve. 
 
Bi tevlîbûna saziyên rewşengerî yên weke Jîneolojiyê, Rêvebertiya Zanîngeha Rojava û hemû Saziyên peywirdar tevlî şeva hunerî bûn. Di şevê de şagirtan helbestên xwe yên ku bi xwe nivîsandibûn û helbestên Cegerxwîn, Feqîyê Teyran, Melayê Cîzîrî û Osman Sebrî  xwendin.
 
'Ez  bi hêvî me ku di pêşerojê de Wêjeya Kurdî pêş bixim'
 
Di zanîngeha Rojava de xwendekara ji Bakurê Kurdistanê Sîba Amed li ser organîzekirina şeva hunerî wiha axivî: "Ez weke civaneke Bakurê Kurdistanê bi salan di nav perweredeya pergala mêtînger de hatim pişaftin. Niha ez bi ziman wêje, çand û dîroka xwe dixwînim. Ez gelek kêfxweş im ku vê derfeta dîrokî ketiye destên me. Çîqasî ku ez zimanê xwe fêr dibim ewqa ez xwe nas dikim. Berê min pênc sed peyvên kurdî dizani, lê niha zêdetir dizanim. Ez gihaştime astek gelek baş û ez  bi hêvî me ku di pêşerojê de Wêjeya Kurdî pêş bixim.”
 
'Xwendevan bi wêjeya kurdî zimanê xwe pêş dixin' 
 
Her wiha şagirta bi navê Mahi Biro ya ku ji Kantona Qamişloyê ye  li ser şeva hunerê destnîşan kir ku ew weke xwendekar hatine gel hev ji bo ku helbestên xwe pêşkêş bikin. Mahiyê dawiya axavtina xwe de bi bîr xist ku wêje rih û giyana wê bi xwe ye û got:" Ez bi ziman û wêjeya xwe heme. Ez ê bibim têkoşera zimanê xwe."
 
Xwendekara Efrînê Meryem Ezîz jî wiha hestên xwe anî ziman: "Ez di sala 2018’an de piştî dagirkirina Efrînê derbasî zanîngeha Rojava bûm. Mixabin dagirkeriyê nehişt ku em dibistana xwe li wir temam bikin. Ez niha li Cizîrê dixwînim. Gelek alikariya mamosteyan bi min re tê kirin da ku ez di xwendina xwe de serkeftî bim. Ez niha li vir wêjeya kurdî dixwînim û ez bi hêvî me ku ez di pêşerojê de projeyên ziman yên nû derbixin û di wêjeyê de gavên mezin bavêjim.
 
Di şeva hunerî  de şagirtên jin Hesîna Ehmed û Pirhêja Îsmaîl jî derketin ser dikê û helbestên ku wan bi xwe li ser şewata zeviyan nivîsandibûn xwendin.