'Stranên Kurdî ji resenbûnê dernexînin'

  • 09:37 20 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hûnermenda jin Şîlan diyar kir hunermendên nû, resentiya stranên Kurdî xirab dikin û wiha got: “Pêwîste hûnermend giraniya xwe bizane û stîla netewî biparêze.”
 
Hûnermenda jin Şîlan Osman derbarê girîngî resentiya stranên Kurdî û rêbaza hunermendên nû ku dibin navê “nûkirina starên Kurdî” de resentiya stranê xirab dikin de ji Rojnews re axivî. Şîlan Osman destnîşan kir ew bi tu awayî alîgira wan hunermendên nû yên ku çanda derve tînin û li gel çanda Kurd têkel dikin nîne. 
 
Şîlanê anî ziman ku hunermendên nû, stranên hunermendên navû deng ên Kurd bi stîlek nû dibêjin, lê ew tu wateyê nade vê helwestê û wiha dom kir: “Bi rastî ji ber hûnerê ez gelek zehmetiyan dikişînim. Stîla hûnermendên nû stranan ji resentiya wan dûr dixe.”
 
‘Divê stîla netewî bê parastin’
 
Şîlan anî ziman ku divê hunermend stîla netewî biparêzin û wiha got:“Li gorî min pêwîste hûnermend giraniya xwe bizane. Pêwîste hûnermendekî ku nû derdikeve û li ser dikan stran dibêje yan jî kasêtan derdixîne, divê stîla netewî biparêze. Her wiha huner ji bo jinan karekî pîroze û erkek li ser milê wan e. Jinek şoreşger tevahî xebat û têkoşîna xwe ji bo gelê xwe dike. Dayikek tevahî xebatên xwe ji bo perwerdekirin zarokên xwe dike. Divê jinek hûnermend jî xizmeta hunerê û netewa xwe bike.”
 
Endamtiya komên muzîkê kiriye 
 
Hûnermenda jin Şîlan Osan di sala 1980’yan de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1994’an de dest bi stranbêjiyê kiriye. Destpêkê li şahiyên Newroz û 8’ê adarê stran gotiye. Di sala 1997’an de yekem berhema (Strana) xwe ya bi navê “Eşqa Baranê” gotiye. Li aliyê din endamtiya Koma muzîkê ya Keçên Silêmaniyê û Koman Lor kiriye. Her wiha li gel komên muzîkê yên Şinirwê û Silêmaniyê ji kar meşandiye. Heta niha 23 klîb çêkirine. Şîlan Osman dayika 3 zarokan ne.