Li Qersê Mîhrîcana Xwezayê û Çandê ya Serhedê tê lidarxistin

  • 13:42 19 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
QERS - Li Qersê cara yekem ji hêla şaredariyê ve 11'emîn Mîhrîcana Xwezayê û Çandê ya Serhatê li dar bixe. 
 
Şaredariya Qersê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de dê îsal 1'emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Serhatê li dar dixe. Mîhrîcan dê di navbera 29 û 30'yê hezîranê de dê li zozanên Qersê bê lidarxistin. Ji bo mîhrîcanê bernameyên dewlemend hat amadekirin. Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen di derbarê mîhrîcanê de daxuyanî dan û hemû gelê Qersê vexwendin mîhrîcanê. Hat gotin dê di mîhrîcanê de berhemên bi keda jinan hatine çêkirin û ji bo jin dikaribin hilberînên xwe bifiroşin dê di qadên şahiyê de cih bên dayîn. 
 
'Dê li zozanên Qersê mîhrîcan dest pê bike' 
 
Mîhrîcan dê roja şemiyê 29’ê hezîranê saet di 09.00'an de dê bi kortej destpê bike û wê bi panela “Di dîroka Qersê de Komara ‘Şûra’ û ‘Cenub-î Garbî Kafkas” berdewam bike. Bernameya li Zozanê Qersê jî dê bi vekirina mîhrîcanê dest pê bike û pêşbaziya hespan û pêşandana cîrîdê pêk were. Hunermend Îlkay Akkaya dê di konsera vekirinê de cih bigire. Wê dansên herêma Amed û Kafkasê bên nîşandan. Dê hunermend Seyfî Yerlîkaya û Ozlem Baglayan jî konserê bidin. Roja ewil a mîhrîcanê dê bi konsera Kardeş Turkulerê bi dawî bibe. 
 
Ji bo zarokan şahî bê lidarxistin
 
Mîhrîcan di roja yekşemê 30’ê hezîranê de dê li herêma Kirk Tuneller û Dereîçî meş bê lidarxistin. Piştî meşê dê seyranê li dar bixin. Pişt re dê şahiya zarokan bê lidarxistin. Wê dans û konsera Koma Mînk derkevin ser dikê û aşiq û dengbêj jî dê di şahiyê de bên gel hev û kilamên xwe bêjin. Wê Civata Erbanê ya Dengê Meyman jî hunera xwe pêşkêş bike û êvarê festîval bi beşdariya hunermendên surprîz bi dawî bibe.