Pêşengeha ‘Xêzên Wendayî’ di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike

  • 14:13 18 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
KOBANÊ- Desteya Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ya kantona Kobanê, yekemîn pêşengeha bi navê Xêzên Wendayî li dar xist. Pêşengeh di roja xwe ya duyemîn de didome.
 
Bi beşdarbûna sazî, dezgeh û gelê kantona Kobanê bi armanca keda perwerdeya pênc mehan pêşengeha Xêzên Wendayî  ya yekemîn hat lidarxistin. Di vê çarçoveyê de şagirtên ku di pêşengehê de cihê xwe girtibûn nerînên xwe anîn ziman.
 
‘Perwerde bi serkeftinê bi dawî bû’
 
Şagirta bi navê Ebîra Ebas ku di pêşengehê de cih girtibû wiha got: "Destpêkê me hin zehmetî di perwerdeya xwe de dîtin lê piştî demeke perwerdeya me xweş bû û em bi ser ketin. Ez dixwazim bi riya van wêneyan êşên ku jin dibînin ji civakê re diyar bikim. Spasiya mamosteyê xwe û  navenda Çand û Hûnerê dikim ku alîkariya me ji aliyê alavên weneyê ve kirin."
 
‘Min êşê jinê hîs kir’ 
 
Her wiha şagirta bi navê Hêlîn Ehmed jî wiha axivî: "Ez dixwazim bi riya wêneyên xwe êş û şideta li dijî jinê tê kirin parve bikim. Min bi êşên jinê hîs kir û ez dixwazim dawî li vê êşê were."
 
‘Hêvî dikim hemû ciwan berê xwe bidin çand û hunerê’
 
Şagirta bi navê Meha Sêfedîn Ehmed jî wiha got: "Bi riya van waneyan ez dixwazim ji civakê re ragihînim ku divê wekhevî û edalet di navbera jin û mêr de hebe. Ez spasiya kesên ku alîkariya me kirin, dikim. Ez hêvî dikim ku hemû ciwan berê xwe bidin çand û hunerê."