Dê belgefîlma komkujiya Pirsûsê rave dike bê pêşkeşkirin

  • 12:22 18 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
AMED - Dê belgefîlma bi navê  "Çûyin" ya derbarê komkujiya Pirsûsê de di 29'ê Hezîranê de bê pêşkeşkirin. Di belgefilmê de şahidên bûyerê yên ji komkujiyê bi aweyekî birîndar xelas bûn û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan biaxivin. 
 
Endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SDGF) ji bo pêlîstokan ji bo zarokên Kobanê bişînin li Navçeya Pirsûsa Rihayê hatibûn gel hevdu. Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve di encama teqîna bombeyê de 33 ciwanî jiyana xwe ji dest dabûn. Dora 300 kesî jî birîndar bûbûn. Dê belgefîlma bi navê  "Çûyin" ya derbarê komkujiya Pirsûsê de di 29'ê Hezîranê de bê pêşkeşkirin. Di belgefilmê de şahidên bûyerê yên ji komkujiyê bi aweyekî birîndar xelas bûn û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan biaxivin. Di belgefîlmê de malbat û şahidên komkujiyê bal dikşînin çîrokên kesên hatin qeitlkirin û berî komkujiyê. 
 
Derhênerê belgefilmê Mustafa Emin Buyukçoşkun e û di nava projeya belgefilmê de  Arzu Demir, Ezgi Aydın, Emre Altun û Leyla Postalcioglu jî cihê xwe digirin. 
 
Dê belgefilm bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DAKAP, Platforma KESK'ê ya Şaxa Amedê, Odeya Tabiban a Amedê, TMMOB a Amedê û DÎSK'ê bê temaşekirin. 
 
Dê belgefîlm bi beşdarbûna derhêner Mustafa Emin Buyukçoşkun di 29'ê Hezîranê de saet di 19.00'an de li Navenda Kongreyê ya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê temaşekirin.