Koma Helbestê ya Amedê vê hefteyê li Licê pirtûka Sultan Yaray nirxand

  • 09:11 16 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
AMED - Koma Helbestê ya Amedê vê hefteyê bû mêvanê Şaredariya Licê û pirtûka Helbestkar Sultan Yaray nirxand. 
 
Koma Helbestê ya Amedê ya ku ji du hefteyan carekê kom dibe vê hefteyê bû mêvanê Şaredariya Licê û li Eywana Çandê ya Şaredariya Licê pirtûka helbestê ya Helbestkar Sultan Yaray nirxand. Hevserokê Şaredariya Licê Tarik Mercan, Endamên Koma Helbestê û yên Koma Xwendinê yên Amedê, xebatkarên şaredariyê beşdarî nirxandina pirtûka helbestê bû. Di destpêkê de moderator Mordem Zel derbarê dîroka Licê de agahî da. Piştre endama Koma Helbestê ya Amedê Roza Metîna derbarê koma helbestê û xebatên ku heta niha pêk anîne, axivî. Her wiha Endama Koma Xwendinê ya Amedê Sevgul Şaşmaz jî behsa armanca avakirina koma xwendinê û xebatên ku heta niha pêk anîne, kir. Dawiyê Helbestkar Sultan Yaray behsa destpêka nivîsandina pirtûka helbestê û wateya helbestê kir. Sultan Yaray got:"Ez ji bo ji zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî xizmet bikim, dinivîsîn. Divê em bi hev re li ziman û wêjeya xwe xwedî derkevin."
 
Piştî axaftina Sultan Yaray Hevserokê Şaredariya Licê Tarik Mercan behsa girîngiya xwedîderketina çand, huner, ziman û wêjeya Kurdî kir û helbestek ji pirtûka Sultan Yaray xwend. Beşdaran pirs Ji Sultan Yaray kirin û bi xwendina helbestan şêwra Koma Helbestê ya Amedê bi dawî bû. Piştî şêwrê endamên komê çûn Şikeftên Dîrokî yên Birqleynê.