Li Agiriyê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
- 15:02 10 Mijdar 2024
- Rojane
AGIRÎ -Li Agiriyê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê starta çalakiyên dê bên lidarxistin hat dayîn.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Agirî bi dirûşma “Em li dijî tundiya dewleta mêr serî hildin û em bi israr in” starta çalakiyên ku wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li dar bixin da. Jinên ku ji avahiya Bajêr a DEM Partiyê ya Agirî heta Kolana Cumhuriyetê dimiyan, daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Rêxisitnên DEM Partî yên bajar û navçeyên bajê, hevşaredar, Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Agirî Nejla Demîr daxuyanî çapemeniyê xwend.
'Qetilkirina jinan encama polîtîkayên hikûmetê ne'
Nejla Demîr bal kişand ku li gorî daneyên ku hatine bidestxistin di navbera salên 2010-2019'an de 2996 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û bal kişand ser qetilkirina jinan ku roj bi roj hejmara wan zêde dibe. Nejla Demîr got, “Ev daneyên ku veguherîn qetlîamê, encamên polîtîkayên hikûmetê ne. Dewlet li şûna ku li hemberî tundiya mêr tedbîran bigire, li dijî destkeftiyên ku jinan bi kedeke mezin bi dest xistine, şer îlan kir. Em careke din ji rayedarên dewletê yên ku li vî welatî rêve dibin dipirsin: Gulistan Dokuya ku ev 4 sal in wenda bûye li ku ye? "
'Divê demildest polîtîkayên bêcezahiştinê bi dawî bibin'
Nejla Demîr banga mezinkirina hevgirtina jinan kir û got, “Em ê bibin dengê jinên ku ji aliyê zîhniyeta zilamsalarî û dewleta mêr ve hewl tê dayîn ji civakê bên îzolekirin. Divê qanûna bi hejmara 6284’an a di derbarê parastina mafên jinan de bi Peymana Stenbolê bê xurtkirin û destekkirin. Divê kujerên jinên yên ku tundiyê li jinan dikin, ne bi edaleta mêr, li dadgehan bi edaleta rast werin darizandin. Divê demildest dawî li siyaseta bêcezakirinê bê anîn."
Nejla Demîr herî dawî got: “Em jin dê biguherînin! Jin wê faşîzmê têk bibin, tecrîdê bişkînin û ji qeyûman xilas bibin! Têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê wê teqez bi ser bikeve. Jin, jiyan, azadî.”