Hevseroka Giştî ya DBP'ê: Ya rast berxwedana li Kurdistanê ye

  • 12:55 4 Mijdar 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyaniyek da û got: "Li cihê ku bêhiqûqî hebe, em tu daraz û biryara darazê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê nas nakin. Em qeyûman nasnakin û  ya rast berxwedana li Kurdistanê ye.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, bertekên xwe li hemberî tayînkirina qeyûman a li Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê anî ziman. Çîgdem Kiliçgun Uçar, li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê daxuyaniyek da. 
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê û got: "Ev darbe, hiqûqî û siyasî ye. Kî darbeyê dike? Yên ku meşrûiyeta wan nîne darbeyê pêk tînin. Kî darbeyê pêk tîne. Ji ber vê yekê tabloya encam ev e: Me windanekiriye, yê winda dike û bike hikûmeta AKP û MHP’ê ye, yê winda bike jî bêîstîkrariya bi sedsalan a mejiyê dewletê ye. Ji duh heta îro em li vir in wêneya ku ji hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê derket holê ew bû ku em ê destûrê nedin polîtîkayên şerê taybet hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê. Navê ku em destûrê nedin polîtîkayên şer, navê ku em destûr nedin polîtîkayên tecrîdê, navê ku em destûr nedin kuştina jinan bû. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Çîgdem Kiliçgûn Uçar jî wiha got: “Hevalên me li Êlihê li ber xwe didin, hevalên me li Mêrdîn, Esenyûrt û her cihê ku me bi dest xistiye û qada jiyanê lê heye, berxwedana xwe didomînin. Li Êlihê çi diyar dibe? Hêzên qanûnê bi tundî li mirovan dixin. Hikûmeta AKP û MHP'ê çi diparêze? Polîs çi diparêzin? Em meraq dikin. Tişta ku ew diparêzin siyaseta xwe ya qirêj e, hêza wan bi xwe ye. Em li vir in, em ê tevahiya rojê li vir bin, dibe ku em bi rojan li vir bin. Ahmet Turk di siyaseta Tirkiye û Kurdistanê de şopên gelek hêja hişt. Divê tu kes ji me re der barê cezayên ku Wezareta Karên Hundir ragihandiye de nebêje. Li cihê ku ev bêhiqûqî hebe, em ti daraz û biryara darazê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê nas nakin. Em qeyûman nasnakin û îdianameya ku ji bo qeyûm hatiye amadekirin jî betal e. Ya rast berxwedana li Kurdistanê ye. Ya rast berxwedana hevpar a gelên Tirkiyeyê ye, em li vir bûn, em ê li vir bin."