Saniye Bayram bertek nîşanî xespkirina îradeyê da
- 12:54 4 Mijdar 2024
- Rojane
RIHA - Hevşaredar Saniye Bayram der barê qeyûmê tayînî Şaredariya Xelfetiyê bûye de got, “Em desteserkirina vîna gel qebûl nakin. Me ne dizî kir, ne fesadî kir; Me bi vîna xwe û bi keda xwe şaredarî bi dest xist. Eniya me spî ye, rûyê me paqij e."
Serê sibê piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Şaredariya Xelfetî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatin kirin, gel li ber şaredariyên ku qeyûm lê hatibûn tayînkirin li hev kom bûn û dest bi berxwedanê kirin. Yek ji cihên ku berxwedana li dijî qeyûman dest pê kir, li ber şaredariya navçeya Xelfetî ya Rihayê bû.
Girseya gel li ber Şaredariya Xelfetî ya ku Qeymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglû weke qeyûm hat tayînkirin, bertek nîşanî qeyûm da. Şaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û destnîşan kir ku ew ê vê biryarê qebûl nekin.
'Eniya me spî, rûyê me paqij e'
Saniye Bayram, anî ziman ku danê sibehê saet di 04:00'an de qeyûm tayînî şaredariyê kirine û got, “Em zihniyeta qeyûm ti carî qebûl nakin. Em desteserkirina vîna gel qebûl nakin. Me ne dizî kir, ne fesadî kir; Me bi vîna xwe û bi keda xwe şaredarî bi dest xist. Me di sala 2014’an de careke din Şaredariya Xelfetiyê bi dest xist, lê wê demê qeyûm tayîn kirin. Qeyûm ji bo Xelfetî tiştek nekir. Wî milk û îradeya me desteser kir. Vî gelî tu carî gav paşde neavêtine. Mesele ne Saniye Bayram û ne jî Mehmet Karayilan e. Ya rast îradeya gel e. Em ê ti carî vê qebûl nekin. Zîhniyeta AKP-MHP’ê divê demildest dawî li pergala qeyûm bîne. Ev der 8 salan hat desteserkirin.Eniya me spî ye, rûyê me paqij e.Em ji bo gelê xwe tiştên baş dikin.
Li aliyê din sekn û berxwedana gel a li ber Şaredariya Xelfetiyê didome."