Devrim Demir: Em bang li gelê xwe dikin

  • 12:33 4 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Hevşaredara Bajarê Mezin Devrîm Demîr bang li gel kir ku li dijî polîtîkayên qeyûman saet 16:00’an bên ber şaredariyê.
 
Bi talîmata Wezareta Karên Navxweyî danê sibê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlih û Xalfetiyê hat kirin. Piştî xebera qeyûm li 3 bajaran welatiyên hatin şaredariyê û bertek nîşanî qeyûm da û polîsan bi gaza bîberê êrîşî welatiyan kirin.
 
Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr li ber şaredariyê bangek kurt kir. Devrîm Demîr wiha got: “Weke hûn jî dizanin îro li gorî îradeya gelê Mêrdînê ji bo Şaredariya Mêrdînê cara sêyemîn qeyûm hat tayînkirin. Em li vir in, em daxwaza îradeya xwe dikin. Çawa ku me polîtîkayên qeyûm nas nekirin, îro jî em ê heta dawiyê wan nas nekin û îradeya xwe biparêzin. Em îro saet di 16.00'an de li ber şaredariyê kom bibin. Werin em vîna xwe biparêzin. Em li benda we ne.”